Li Hesekê alozî di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û asayişê de derket

Di encama aloziyê de gule hatin berdan û dengê teqeyan hat bihîstin û di encamê de kesek hate kuştin û 3 kes birîndar bûn.
Aloziya li Hesekê
Aloziya li Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê HesekêRojavayê Kurdistanê alozî di navbera hêzên asayişê û Hêzên Berevaniya Niştimanî ya ser bi rêjîma Sûriyê ve derketiye û tê gotin ku kesek jî hatiye kuştin.

Peyamêrê K24ê da zanîn, îro li bajarê Hesekê hejmarek ji alîgirên rêjîma Sûriyê derketin li dijî Rêveberiya Xweser derketin xwe pêşan dan. Piştre alozî di navbera endamên Hêzên Berevaniya Niştimanî ya ser bi rêjîma Sûriyê ve û endamên asayişê de derket.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, di encama aloziyê de gule hatin berdan û dengê teqeyan hat bihîstin û di encamê de kesek hate kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve, medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve ragihand, endamên Hêzên Berevaniya Niştimanî êrîşî ser xalên asayişê li taxa Merşo kirin.

Li gor zanyariyan, ji ber ku hêzên rêjîma Sûriyê herêma Şehbayê û taxên kurdan li Helebê xistine dorpêçê û rê nade xwarin û sotemenî derbasî wan deveran bibe, ev zêdetir ji 20 rojan e jî hêzên asayişê çargoşeya ewlehiyê (herêmên rêjîma Sûriyê) li nava bajarê Qamişlo û Hesekê xistine dorpêçê û fişarê li rêjîma Sûriyê dike ji bo dorpêça li ser herêma Şehba û taxên kurdan li Helebê veke.