17 sal di ser teqînên 1ê Sibatê re derbas bûn

Îro 17 sal bi ser şehîdbûna serkirde û Pêşmergeyên Kurdistanê yên li Hewlêrê derbas bûn.
Dîmenek çend xulek berî teqîna li Liqa 2 ya PDKê
Dîmenek çend xulek berî teqîna li Liqa 2 ya PDKê

Hewlêr (K24) -  Îro 17 sal bi ser şehîdbûna serkirde û Pêşmergeyên Kurdistanê yên li Hewlêrê derbas bûn.

Di 01.02.2004an de roja Cejna Qurbanê, terorîstan 2 teqînên xwekujiyê li Liqa 2 ya PDKê û li Melbenda 3 ya YNKê pêk anîn.

2 endamên rêxistina El Qaîdêyê ew teqîn pêk anîbûn û di encamê de 101 serkirde û Pêşmergeyan canê xwe ji dest dabûn, herwiha bi dehan hemwelatî jî birîndar bibûn.

Li herdu baregahên serkirdeyên siyasî bi minasebeta Cejna Qurbanê cejna gel pîroz dikirin.

Li parka Samî Ebdurehman ku ew bi xwe jî şehîd bibû peykerek momentek hatiye çêkirin û navê 101 şehîdî lê hatiye nivîsandin. Di 1ê Sibatê de ew şehîdên Kurdistanê tên bîranîn.

Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalbûyan a Herêma Kurdistanê di 17.mîn salvegera kiryarên xwekujiya 1ê Sibatê de daxuyaniyek belav kir û tekez kir, xwîna şehîdan û qurbanên karesatê bûne hêvinê zêdetir bihêzkirina ruhê pêkvejiyan û yekrêzî û yekitiya gelê Kurdistanê.

Daxuyaniya Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalbûyan de amaje bi wê yekê hate kirin ku ji ber rewşa tenduristî û bi armanca parastina tenduristiya kesûkarê şehîdan merasîmên taybet ji bo vê rojê nayên kirin.