ENKS teqînên Efrîn û Ezazê şermezar dike

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) teqînên li bajarên Efrîn û Ezazê rû dane û hejmarek ji sivîlan tê de hatine kuştin û birîndar bûne, şermezar dike.
Teqîna Efrînê ya roja 30.1.2021an
Teqîna Efrînê ya roja 30.1.2021an

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) teqînên li bajarên Efrîn û Ezazê rû dane û hejmarek ji sivîlan tê de hatine kuştin û birîndar bûne, şermezar dike.

Pêr 30.1.2021 an li Efrînê teqînek bi riya otomobîleke bombekirî li herêma Pîşesazî ya Efrînê hate kirin û di encamê de 5 kes hatin kuştin û 28 kes birîndar bûbûn. Herwiha duhî jî 31.1.2021an teqînek li bajarê Ezazê yê rojhilatê Efrînê rû da û di encamê de 8 kes hatin kuştin û 27 kes jî birîndar bûn.

Di wê derbarê de Emîndariya Giştî ya ENKSê îro di daxuyaniyekê de ragihand, “Di dema ku ENKS van kiryarên teroristî yên li Efrînê û deverên din rû didin bi tundî şermezar dike û xwe bi hevxema qurbaniyan dizane, daxwazê ji dewleta Tirkiyê dike bi erk û berpirsyariyên xwe rabe û aramî û ewlehiyê li herêmên ku di bin kontrola wê de ne peyda bike.”

Herwiha ENKSê daxwaz ji dewleta Tirkiyê kir jî, kar ji bo rawestandina binpêkirinên mirovî yên li dijî perensîp û belgeyên navdewletî yên di derheqê welatiyên resen ên herêmê de tên kirin bike û grûpên çekdaran ji navçeyên sivîlan derbixe.