Erdogan: Dibe ku em li ser destûreke nû bixebitin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand; dibe ku ew li ser nivîsandina qanûna bingehîn a nû bixebitin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand; dibe ku ew li ser nivîsandina qanûna bingehîn a nû bixebitin.

Recep Tayyîp Erdogan êvara duşemê 1ê Sibata 2021ê  piştî civîna ligel kabîneyê di konferanseke çapemeniyê de axivî û got: “Dibe ku dem hatiye Tirkiye careke din qanûna bingehîn ya nû gotûbêj bike. Eger em bi hevkara xwe ya hevbendiyê li hev bikin, em dikarin ji bo qanûna bingehîn ya nû têkevin liv û tevgerê.”

Herwiha Erdogan diyar kir ku divê hewlên ser vê mijarê zelal bin û bi raya giştî re werin parvekirin.

Daxuyaniya Erdogan piştî daxwaza Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) ya qedexekirina HDPê ya ser bi Kurdan tê ku partiya herî mezin a sêyem e.

Rêxistinên mafên mirovan û hevbendên Tirkiyê yên rojavayî hikûmeta Erdogan tawanbar dikin ku dengê oposîzyonê dibire û hevrikên xwe dixe zindanê.