Xwekujek li Bexdayê berî xwe biteqîne, hat desteserkirin

Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Iraqê îro desteserkirina kesekî ragihand, ku dixwest li cadeyeke Bexdayê, xwe biteqîne.
Dîmek ji êrîşa xwekujî ya roja 23yê Çileya 2021ê ya li Bexdayê
Dîmek ji êrîşa xwekujî ya roja 23yê Çileya 2021ê ya li Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Iraqê îro desteserkirina kesekî ragihand, ku dixwest li cadeyeke Bexdayê, xwe biteqîne.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî yên Iraqê Lîwa Yehya Resûl îro 2yê Sibata 2021ê ragihand; kesek hat desteserkirin ku dixwest xwe li Bexdayê biteqîne.

Li gor daxuyaniyê, Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Iraqê li parêzgeha Selahedîn û Diyala "şaneyeke terorîstî desteser kir, ku ji çar endaman pêk dihat, yek ji wan xwekuj bû, ewên din her yek ji wan erkên wan hebû; fermandarê şaneyê, şofêr û çekdar".

23yê Çileya 2021ê du êrîşên xwekujî li Bexdayê hatin encamdan û di wan teqînan de nêzîkî 35 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kes birîndar bûn û îdiaya wê yekê hebû ku sê xwekujên din li Bexdayê hene û dixwazin xwe biteqînin.