Firokeyên Tirkiyê gundê Şênê bombebaran kir
Qeladizê (K24) – Îro firokeyên şer ên Tirkiyê, gundê Şênê yê ser bi navçeya Pişder a Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.
Li gor zanyariyên nûçegihanê Kurdistanê24ê, vê sibê di demjimêr 11:00ê de, çend firokeyên şer, nav gundê Şênê û derdora wî bombebaran kir.
Rêveberê Nahiya Helşo Bekir Weysî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Îro sê car firokeyan nav gundê Şênê û derdora navçeya Pişder bombebaran kirin û hê jî firoke li esmanê vê deverê difirin.”
Bekir Weysî diyar kir: “Hêj nayê zanîn gelo zirar gihiştiye canê kesekî an na, ji ber ku em nikarin xwe bigihînin gundê Şênê, lê zirarên madî gelek in û xelk gelek bizdiyane.”
Li gor zanyariyan, ti baregeheke PKKê li nav gundê Şênê tine ye.