Polîsê Raperîn: Ji ber bombebarana firokeyên Tirkiyê welatiyek birîndar bû

Ji ber bombebarankirina gundê Şênî yê navçeya Pişder a Başûrê Kurdistanê ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê, keçeke 25 salî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.
Dîmenek ji bombebarana îro ya li gundê Şênî
Dîmenek ji bombebarana îro ya li gundê Şênî

Hewlêr (K24) – Ji ber bombebarankirina gundê Şênî yê navçeya Pişder a Başûrê Kurdistanê ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê, keçeke 25 salî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Polîsê Raperînê îro 2yê Sibata 2021ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku îro danê nîvro, di demjimêr 12:00ê de keçeke bi navê H. A. E ya 25 salî li gundê Şênî yê ser bi navçeya Pişder (Qeladizê) di encama bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê de li mala xwe birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Polîs eşkere dike: “Dayîka keçikê diyar dike ku dema firokeyên Tirkiyê derdora gundê wan bombebaran dikir, pencereyên mala wan şikestine û ji ber camên pencereyê, keça wan birîndar bûye. Piştî tedawiyê, ji ber sivikbûna birîna wê, bo malê hatiye veguhestin.”

Îro firokeyên şer ên Tirkiyê, gundê Şênî yê ser bi navçeya Pişder a Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Rêveberê Nahiya Helşo Bekir Weysî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Îro sê car firokeyan nav gundê Şênî û derdora navçeya Pişder bombebaran kirin û hê jî firoke li esmanê vê deverê difirin.”

Li gor zanyariyan, ti baregeheke PKKê li nav gundê Şênî tine ye