Fuad Husên gihîşt tehranê

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ji bo guftûgokirina derbarê çend pirsên hevbeş, îro bi serdanekê gihîşt Tehranê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ji bo guftûgokirina derbarê çend pirsên hevbeş, îro bi serdanekê gihîşt Tehranê.

Peyvdarê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf di daxuyaniyekê de ragihand, Fuad Husên bi serdanekê gihîşt Tehranê û biryar e ligel berpirsên Îranê bicive, ji nava wan jî Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf.

Pêştir Fuad Husên di daxuyaniyekê de bi kenaleke erebî re ragihandibû, Iraq daxwazê ji Îranê dike destêwerdanê bike ji bo careke din Navçeya Kesek a Bexdayê neyê armanckirin.

Herwiha destnîşan kiribû, nakokiyên Washington û Tehranê bandoreke nerênî li ser meydana Iraqê kirine.