Parêzerê Demirtaş: Li Tirkiyê îradeya siyasî li hember dadgehan asteng e

Mesut Ozer: Ewên ku vî welatî birêve dibin, an jî îradeya siyasî, mixabin dibe asteng ku dadgeh an jî mirov, van biryaran bînin cih
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Parêzerê Selahattin Demirtaş, Mesut Ozer diyar kir: “Li Tirkiyê problem ne ew e ku peyman tine ne, hene, lê ewên ku vî welatî birêve dibin, an jî îradeya siyasî, mixabin dibe asteng ku dadgeh an jî mirov, van biryaran bînin cih.”

Mesut Ozer ji bajarê Enqerê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser darizandina Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Li ser pirsa "Gelo bandora siyasetê li ser dadgehîkirina Selahattin Demirtaş heye?", Mesut Ozer diyar kir: “Gelek dadgeh hene ku serbixwe birêve diçin, lê mixabin hin dadgeh hene, ku em seh dikin, siyaset têkiliya wan dibe.”

Mesut Ozer destnîşan kir: “Biryara Birêz Demirtaş, Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan jî destnîşan kiriye û çend caran gotiye; rayedarên Tirkiyê axaftin kirine û piştî wê, dadgehên Tirkiyê ketine rê û weke siyaset çi gotibe, dadgeh jî eynî tişt anîne cih, zêdetir di dadgehên siyasî de em wiha dibînin mixabin.”

Derbarê daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de ku gotibû ew ê reformên dadweriyê pêk bînin, Mesut Ozer diyar kir: “Ne hewce ye ku reforman çêbikin, jixwe rêbaz û qaîdeyên navxweyî û navnetewî têra xwe hene. Li Tirkiyê problem ne ew e ku peyman tine ne, hene, lê ewên ku vî welatî birêve dibin, an jî îradeya siyasî, mixabin dibe asteng ku dadgeh an jî mirov, van biryaran bînin cih.”