Pispor: Bi sedema Tirkiyê eger heye di NATOyê de dubendî çêbibe

Pispor: Tirkîye stratejiya xwe ya S-400an û Behra Spî bernede di NATO de dê bibe sedema krîz û rageşîyê.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Di 17ê Sibatê de dê Lûtkeya serokan ya NATOyê birêve biçe û dê rola Tirkîyê di nav NATOyê de û helwesta welatên endam li hemberî standina mûşekên Rûsî bibe cihê nîqaş û gengeşîyê. Li gorî pisporên Tirkîyê, ev lûtke ji bo peywendîyên Tirkîyê li gel NATO û Amerîkayê gelekî girîng e û dê encamên wê bandorê bide ser Lûtkeya Yekîtîya Ewropayê ya meha Adarê jî. Her wiha li gorî hin pisporan ger Tirkîye di mijara S-400an û rojhilatê Behra Spî da bi israr û tund be eger heye ku ev yek di nav NATOyê da car din bibe sedema krîz û rageşîyê.

Di demekê da ku Tirkiye hewl dide peywendîyên xwe li gel Yekîtîya Ewropayê sererast bike, peywendîyên Tirkîyê bi NATOyê ra jî dibe cihê nîqaşan. Lewra di 17ê Sibatê da wê Lûtkeya NATOyê birêve biçe û tê çaverêkirin ku Serokkomarê Tirkîyê Erdogan û Serokê Amerîkayê Biden di vê lûtkeyê da hevdîtina xwe ya ewil pêk bînin.

Li gorî pisporan, ev lûtke ji bo peywendîyên Tirkîyê li gel NATO û Amerîkayê gelekî girîng e û wê encamên vê bandorê bide ser Lûtkeya Yekîtîya Ewropayê ya meha Adarê jî.

Di vê derbarê de Akademîsyen Prof. Dr. Nail Alkan ji K24ê re got: "Li gorî min wê Lûtkeya NATOyê neyînî derbas nebe. Lûtkeya dawî di serdema Trump da çêbûbû, niha bi serokatîya Biden wê polîtîkayê Amerîkayê jî biguhere. Lê ez bawer nakim Biden wê li hemberî Tirkîyê politikaya dijatîyê birêve bibe. Lewra Amerîka wê bi Ewropayê ra hemaheng tevbigere."

Lê li gorî hin pisporan, wê Tirkîye dev ji stratejîya xwe ya S-400an û berjewendîyên xwe yên li Rojhilatê Behra Spî bernede û eger heye ku ev yek car din di nav NATOyê da bibe sedema rageşî û alozîyan.

Pisporê Peywendîyên Navdewletî Kurşat Atilgan dibêje: "Civîna her, payebilind ya NATOYê ye, ji loma pir girîng e. Piştî hewla derbeyê peywendîyên Tirkîye û NATOyê pir xirab bûbû. Wisa xuya ye wê Tirkîye dev ji S-400an û politikaya Behra Spî bernede. Heta eger heye S-400ên nû bistîne. Amerîka jî wê dev ji politikaya xwe bernede. Ji loma eger heye di nav NATOyê da dubendî û rageşî çêbibe."

Di civîn û lûtkeyên NATOyê da herî zêde peywendîyên baş yên Enqere û Moskowê û standina mûşekên Rûsî S-400an dibin cihê nîqaş û gengeşîyê. Her wiha di civîna wezîrên derve yê welatên NATOyê da di navbera Pompeo û Çavusoglu da polemik çêbûbû û civîn gelekî aloz derbas bûbû.