Abdulhay Okumuş: Li Tirkiyê mijara pêkanîna destûreke nû, tenê dagirtina rojevê ye

Şîrovekarê siyasî Abdulhay Okumuş li ser nîqaşên pêkanîna destûreke nû ya Tirkiyê axivî.
Şîrovekarê siyasî Abdulhay Okumuş
Şîrovekarê siyasî Abdulhay Okumuş

Hewlêr (K24) – Şîrovekarê siyasî Abdulhay Okumuş li ser nîqaşên pêkanîna destûreke nû ya Tirkiyê ragihand ku hejmara desthilatdariya îro, têra guhertina makezagonê nake û ji ber vê yekê ev mijar bi temamî bûye hinceta îşgalkirina rojeva Tirkiyê.

Abdulhay Okumuş ji bajarê Diyarbekirê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdista24ê bû û li ser mijara pêkanîna destûra nû, ku niha di rojeva Tirkiyê de ye, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan mijara pêkanîna destûreke nû aniye rojeva Tirkiyê û derbarê vê mijarê de Abdulhay Okumuş diyar dike: “Pêwîstiya Komara Tirkiyê teqez bi makezagoneke nû heye bêguman. Makezagoneke ku bi pîvanên gerdûnî yên demokratîk pêwîstiyekê pê heye, lê niha Serokomarê Tirkiyê beriya niha behsa reforma dadê kir, ya hiqûqê kir, wî xwest bi awayekî rojeva Tirkiyê biguherîne. Li Tirkiyê niha di warê demokratîk de, bi taybetî di warê aborî de kar gelek zehmet diçin û gelek pirsgirêkên mezin hene.”

Abdulhay Okumuş bal kişande ser wê yekê ku makezagona niha ya Tirkiyê, makezagona dema darbeyê ye û got: “Ji sala 1984an heta îro, ev minaqeşe tê kirin ku divê ev makezagon ji binî ve biguhere, lê her carê xalek – du xalên wê diguherînin û bûye makezagoneke pînekirî, ji ber vê yekê, hin siyasetmedarên Kurd, hin siyasetmedarên alîkarên demokrasiyê yên Tirkiyê, evê minaqeşeyê her dem dikin, lê niha îro piştî ku ji aliyê Serokomar ve hat rojevê, ev derfetek e, lê heta niha makezagona ku heye jî, bi awayekî berpirsyarî ji ber ku nayên pêkanîn, ewlehî jî pê nayê.”

Okumuş herwiha destnîşan kir: “MHP, hevkarê AKPê, baş dizane ku hejmara desthilatdariya îro, têra guhertina makezagonê nake û bi muxalefetê re, bi taybetî bi HDPê re hevdîtin nakin, ji ber vê yekê ew jî baş dizanin ku nikarin makezagoneke nû bi vî awayî pêk bînin û sererast bikin, ji ber vê, bi temamî bûye hinceta îşgalkirina rojeva Tirkiyê, mixabin CHP jî, AK Partî çiqas rojevê îşgal dike, CHP bûye dûvika wî û tenê rojeva ku AK Partî diavêje holê, di çapemenî û siyasetê de li ser van babetan minaqeşe dike.”