Pispor: Mirov dikarin bi tedbîran %50yê sedemên penceşêrê ji holê rakin

Li gorî lêkolînên zanîstî li seranserê cîhanê nexweşiyên penceşêrê zêde dibin.
Pisporê Onkolojiya Tibî Dr. Mehmet Kuçukoner
Pisporê Onkolojiya Tibî Dr. Mehmet Kuçukoner

Diyarbekir (K24) - Li gorî lêkolînên zanîstî li seranserê cîhanê nexweşiyên penceşêrê zêde dibin. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî, di sala 2018an de li seranserê cîhanê 9 mîlyon û 600 hezar kesan ji penceşêrê canê xwe ji dest dane. Ji bo pêşîlêgirtina penceşêrê her sal di 4ê Sibatê Roja Penceşêrê ya Cîhanê de çalakî birêve diçin. Bijîşkên penceşêrê dibêjin; heger penceşêr zû lê bê derxistin dermankirina wê hêsantir dibe û dikarin bi temamî jî penceşêrê derman bikin.

4ê Sibatê li seranserê cîhanê wekî Roja Penceşêrê ya Cîhanî hatiye qebûlkirin û di vê rojê de çalakiyên ji bo pêşîlêgirtina penceşêrê tên kirin. Li gor pisporên onkolojiyê tînin zimên; %50yê nexweşiyên penceşêrê ji ber cixare, alkol, xwarin û vexwarina şaş, genetîk, vîrûs, radyasyon û tîrêjên rojê çêdibin. Pisporê Onkolojiya Tibî Dr. Mehmet Kuçukoner dibêje; mirov dikare bi tedbîrên rast xwe ji penceşêrê biparêz e.

Dr. Mehmet Kuçukoner ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Li welatê me mixabin nexweşiyên penceşêrê zêde dibin. Em dixwazin di 4ê Sibatê de du peyaman bidin. Em dibêjin; mirov dikare pêşiya penceşê bigrin û heger penceşêr zû lê bê derxistin mirov dikare pêşiyê lê bigre. Em dixwazin kesên ku tu pirsgirêkên tenduristiyê najîn jî carna li nexweşxaneyan pişkinîna xwe bikin.”

Li Tirkiye û Bakur jî nexweşiyên penceşêrê zêde dibin. Li gorî ku pispor dibêjin; li Tirkiye û Bakur herî zêde zilam dikevin penceşêra pişik û jin jî dikevin penceşêra çiçikan. Li gorî ragihandina bijîşkan, penceşêra mîde, penceşêra malzarokê, penceşêra roviyan û penceşêra cermî cûreyên ku herî zêde tên dîtin in. Pisporê Onkolojiya Tibî Dr. Mehmet Kuçukoner dibêje; heger penceşêr zû lê bê derxistin dermankirina wê hêsantir dibe û dikarin bi temamî jî penceşêrê derman bikin.

Dr. Mehmet Kuçukoner destnîşan kir: “Heger nexweşiya penceşêrê pêşve çûyî be jî rêyên nû yên dermankirinê hatine peydakirin. Hin dermanên ku ji dermanên kemoterapiyê siviktir jî hene. Îmînûterapî jî rêyeke nû ya dermankirinê ye. Bi vê yekê pergala parastina laşî karîger dibe. Tê pêşbînîkirin ku ji her 5 kesan yek bi penceşêrê bikeve. Divê mirov sedemên ku rê li ber penceşêrê vedike ji holê rake.”

Li gorî lêkolînên bijîşkan hin ji nîşaneyên penceşêrê ev in; werma laşî, xwînbûna nenormal, qebz, birînên ku sax nabin, zeîfbûna bêsebeb, taya zêde, kuxika domdar û êşa hestûyan. Bijîşk dibêjin bila welatî her 6 mehan carekê kontrola xwe bikin û dema ku nîşaneyeke penceşêrê bê dîtin bila bêtirs serî li nexweşxaneyan bidin.

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî,di 2018an de li seranserê cîhanê 9 milyon û 600 hezaran kesan ji penceşêrê canê xwe ji dest dane. Di 2018an de li Tirkiye û Bakur jî bi giştî 210 hezar û 537 haletên nû hatine tomarkirin û her di heman salê de 116 hezar 710 kesan ji penceşêrê canê xwe ji dest dane. Komeleya Yeşîl Yildiz bi sala e ji bo pêşîlêgirtina bikaranîna madeyên tûtin, alkol û tiryakê xebatan dike.

Serokê Komeleyê Yahya Oger got; heta niha ji 200 hezarî zêdetir welatî di mijara madeyên ku rê li ber penceşêrê  xweş dike perwerde kirine.

Yahya Oger diyar dike: “Em welatiyên xwe li hemberî madeyên xirab yên wekî cixare, tiryak û xumarê hişyar dikin û wan perwerde dikin. Me li Diyarbekirê nêzî hezar konferansan li dar xistin. Di her konferanseke me de bi dehan kes beşdar dibûn. Bi giştî me nêzîkî 200 hezar kesan hişyar kirine.”