Li Bane 3 kolber di êrîşa pasdarên Îranê de birîndar bûn

Li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê 3 kolberên Kurd di êrîşa pasdarên Îranê de birîndar bûn.
Kolber, wêne: arşîv
Kolber, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê 3 kolberên Kurd di êrîşa pasdarên Îranê de birîndar bûn.

Malpera Mafên Mirovan a Hengawê ragihand; duh li zozanên Nenor yên bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên Îranê komek kolberên Kurd dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrîşê de kolberek bi navê Reûf Darîne bi giranî birîndar bû.

Pêr jî li devera Hengejal ya Bane, di êrîşa pasdarên Îranê de du kolber birîndar bûn.

Navê yek ji wan kolberan Ebûbekir Nadirî û navê yê din jî Kameran Ehmedî ye.