HDP: Ji bo destûreke nû pêdivî bi rewşeke demokratîk heye

Yek ji mijarên ku di sîyaseta navxweyî ya Tirkîyê da tê axaftin, nîqaşên li ser destûrekê nû ye.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkîye û Bakur li ser destûrekê nû nîqaş berdewam dikin. Erdogan bi serokê MHPê ra civîya û her du serok biryar dan dest bi amadehîyên makezagonekê nû bikin. Lê belê mixalefet ji gotinên desthilatê yên makezagona nû ne bawer e. Li ser pirsa K24ê, Berdevkê CHPê Faîk Oztrak û Berdevka Meclîsa Jinan a HDPê Ayşe Acar Başaran, dan zanîn, desthilat dixwaze bi nîqaşên guhertina makezagonê rojeva bêkarî û krîza aborîyê biguherîne. Her wiha bo makezagona nû şertê HDPê jî ev e; divê li Tirkîyê şertên demorkatîk çêbibin da ku makezagonekê demorkatîk bê çêkirin.

Yek ji mijarên ku di sîyaseta navxweyî ya Tirkîyê da tê axaftin, nîqaşên li ser destûrekê nû ye. Serokkomarê Tirkîyê gotibû ku hewceyî bi destûrekê nû ya bingehîn heye. Lê belê mixalefet ji van gotinên desthilatê ne bawer e.

Li ser pirsa K24ê, Berdevkê CHPê Faîk Oztrak, da zanîn ku ger Ak Partî daxwaza hevdîtinê ji me bike em ê qebûl bikin, lê desthilat dixwaze bi nîqaşên guhertina makezagonê rojevê biguherîne.

Berdevkê CHPê Faîk Oztrak got: "CHP yekane partî ye ku li vî welatî bi hemû partîyên sîyasî ra dicive. Ji loma kî bixwaze em dikarin hevdîtinê bi wan ra çêbikin. Lê helbet ji bo kîjan mijarê em ê çawa binirxînin hin krîterên me hene. Lê xuya ye makezagona ku vana çêbike wê bi kêrî miletê me neyê. Divê Tirkîye derbasî sîstema parlamenterîya demokratîk ya bihêz bibin."Li alîyê din Berdevka Meclîsa Jinan a HDPê Ayşe Acar Başaran jî li ser heman pirsa K24ê axivî û got, helbet ji Tirkîyê ra makezagonekê nû lazim e lê beriya her tiştî divê rewşeke demokratîk çêbibe ku li ser makezagonê nîqaş û nirxandin bêne kirin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDPê Ayşe Acar Başaran got: "Rast e, makezagoneke nû ji Tirkiyeyê re lazim e. Lê lazim e ku ev makezagon bi rê û rêbazên demokrasiyê bê çêkirin. Dema ku demokrasî tûnebe, ku fikrên cuda di nav vê makezagonê de tunebin, ev kêmasiyeke mezin e. Dema ku îktidar û tifaqa xwe werin bêjin me mekazagoneke nû nivîsiye hûn jî piştgiriyê bidin vê yekê ev pirsgirêk mezintir e. Ji ber wê jî beriya her tiştî rewşeke demokratîk hebe ku ev makezagon were nîqaşkirin. Em ê fikrên xwe li ser çareseriya pirsgirêka Kurd ya di çarçoveya destûra nû de berfireh di pêşerojê de parve bikin."

Erdogan bi Serokê MHPê Bahçelî ra li ser nexşerêya destûrekê nû hevdîtinekê pêk anîbû, lê heta niha derbarê xebatên makezagonê da tu hurgilî nehatîye parvekirin. Her wiha li gorî mixalefetê divê makezagona nû bi lihevkirina hemû partîyên sîyasî bê amadekirin.