Li parêzgeheke Iraqê xwepêşandan dest pê kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Wasit a Iraqê xwepêşandan dest pê kiriye û xwepêşander daxwaza destjikarkişandina parêzgar dikin.
Xwepêşanderên parêzgeha Wasit 10 roj mohlet dabûn parêzgar Mihemed Cemîl Meyahî û ew mohlet bi dawî bû û careke din xwepêşandan dest pê kir û çendîn rê û cade hatin girtin û konên grevê hatin vedan.
Li aliyê din, çend demjimêr piştî dîtina çalakvanekî ku li goristaneke Kerbela destê wî hatibû girêdan, ku berê hatibû revandin û îşkencekirin, li parêzgeha Necefê jî hewla kuştina çalakvan Ehmed Hilw hat dayîn û birîndar bû.
Li gor peyamên çalakvanan ku li torên civakî belav kirine, biryar e li Bexda û Zîqarê jî xwepêşandan dest pê bikin.