Li Qamişlo piştî 54 salan du malbatên Kurd li hev hatin

Du malbat ku xwîn di navbera wan de hebû li hev hatin û heyfa xwe li paş hiştin.
kurdistan24.net

Qamişlo (K24) – Li bajarê QamişloRojavayê Kurdistanê du malbat ku xwîn di navbera wan de hebû li hev hatin û heyfa xwe li paş hiştin.

Piştî 54 salên aloziya di navbera malbatên Hecî Reşîd û Hecî Elî de xwîn hat jibîrkirin û dîsa silava biratiyê li hev kirin.

Bi navbeynkariya Encûmena Rûspiyên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Partiya Demokrat a Pêşverûya Kurd a Sûriyê û bi beşdariya hemû aliyên siyasî û kesayetên serbixwe û rûspiyên deverê, ev lihevhatin pêk hat.

Malbata Hecî Reşîd da zanîn ku wan ev lihevhatin, bê şert û merc qebûl kirin û berî her kesî xwîn jibîr kirin û qerebû jî nexwestin.

Mijara heyf û tolhildanê li deverê, çandeke kevn û dîrokî ye û bûye sedema koçberiya gelek malbatên ku xwîn di navbera wan de çêbûye, ji ber vê yekê kesên navbeynkar dibêjin; ev lihevhatin gaveke ber bi parastina jiyana aştiyane û rakirina van adetên kevn e, ku bandora wan a neyênî li ser civakê heye.

Hemû pêkhateyên beşdar, tekezî li berdewamiya gavên bi vî rengî kirin û diyar kirin ku pêwîstî bi destpêşxeriyên wiha heye, nemaze di rewşa niha ya Sûriyê de ku bi deh hezaran kesan canê xwe ji dest dane.