ENKS revandina mamosteyan ji aliyê asayişê ve şermezar kir

ENKSê revandina mamosteyan li Amûdê û Girkê legê bi tundî şermezar dike û dibêje ev pêngav bo derxistina astengiyên zêdetir e li pêşiya destpêkirina diyaloga Kurdî û ne serxistina wê ye.
ENKS
ENKS

Navenda Nûçeyan (K24) – ENKSê revandina mamosteyan li Amûdê û Girkê legê bi tundî şermezar dike û dibêje ev pêngav bo derxistina astengiyên zêdetir e li pêşiya destpêkirina diyaloga Kurdî û ne serxistina wê ye.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de ragihand, “Çekdarên girêdayî PYDê 7 mamoste li bajarê Amûdê û 6 mamoste li bajarokê Girkê Legê revandine, wek ku beriya niha jî li bajarê Dirbêsiyê kiribûn.”

ENKS dibêje, Ev revandin bi armanca pabendkirina mamosteyan e ku xuleyan bo xwendevanên pola 12an rawestînin. Ev pêngav ne tenê bo ziyangehandina bi xwendevanan e, lê belê bo derxistina zêdetir a dilgiranî û tirsê di nav xelkê de ye. Zêdetir sepandina zordariyê ye, da ku rê li pêşiya ciwanên Kurd bigirin û nehêl, ku bighin zanîngehan. Ev yek jî dijî mafê mirovî û hemu prensîb û peymanên navdewletî û mirovî ye. Herweha danîna zêdetir a astengiyan li pêşiya destpêkirina diyaloga Kurdî û ne serxistina wê ye.

ENKSê di daxuyaniya xwe de, daxwaza serbestberdana mamosteyan a bilez dike û bang li serkirdayetiya HSDê dike ku bi berpirsyariya li ser rabe û sozên ku bo peydakirina rewşên erênî bo diyalogê û rêgirtin li dubare karên tirsandinê di derheqê xelkê de û danîna sînorekî dawî ji vê yekê re, bicih bîne.