Dêrazor.. Di êrîşeke DAIŞê de 26 leşker û çekdarên rêjîmê hatin kuştin

DAIŞê di sala nû de mezintirîn êrîşa xwe li serê hêzên rêjîma Sûriyê pêk anî.
Hêzên ser bi rêjîma Sûriyê ve
Hêzên ser bi rêjîma Sûriyê ve

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê di sala nû de mezintirîn êrîşa xwe li serê hêzên rêjîma Sûriyê pêk anî. Li Dêrazorê di êrîşeke çekdarên DAIŞê de 26 leşkerên artêşa Sûriyê û çekdarên mîlîşyayên ser bi wê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên DAIŞê duhî li devera Meyadîn ya li rojhilatê Dêrazorê êrîşî karwaneke leşkerî ya hêzên rêjîma Sûriyê û mîlîşyaya Lîwa El-Qudis a Filistînê kir û şer û pevçûn giran di navbera wan de derketin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, di encama wê êrîşa DAIŞê de 26 leşker û çekdarên ser bi rêjîma Sûriyê hatin kuştin û hejmarek mezin jî birîndar bûn. Herwiha 11 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Ev êrîşa DAIŞê wek mezintirîn êrîşa DAIŞê di sala 2021an de tê hejmartin ku tê de hejmareke mezin ji leşker û çekdarên ser bi rêjîma Sûriyê ve tên kuştin.

Piştî wê êrîşê, hêzeke mezin a rêjîma Sûriyê ji bo piştevaniyê, berê da devera Meyadînê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, di meha Adara 2019an de bajarokê Baxozê li rojhilatê Dêrazorê ku dawî devera di destê DAIŞê de kontrol kiribû û ew yek wek têkçûna DAIŞê ya leşkerî hat hejmartin.

Lê li gor zanyariyên Rewangehê, ji wê demê ve û heta niha 1308 leşker û çekdarên ser bi rêjîma Sûriyê ve di êrîş, teqîn û kemînên DAIŞê de hatin kuştin, ji nava wan 2 Rûsî û 145 çekdarên ne Sûrî hene. Li Hemberê jî 733 çekdarên DAIŞê di êrîşên rêjîma Sûriyê û firokeyên Rûsyayê de hatin kuştin.