Li Iraqê 5 tawanbarên terorê hatin darvekirin

Li zindana Nasiriye ya li başûrê Iraqê, pênc kesên ku bi tawana terorê hatibûn darizandin, hatin îdamkirin.
Hejmarek ji hêzên ewlehiyê yên Iraqê
Hejmarek ji hêzên ewlehiyê yên Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li zindana Nasiriye ya li başûrê Iraqê, pênc kesên ku bi tawana terorê hatibûn darizandin, hatin îdamkirin.

Proseya darvekirina girtiyan li Iraqê, di van çend mehên dawî de rastî nerazîbûna asta navdewletî hatiye.

Kesên ku hatin îdamkirin, hemû xelkê Iraqê ne û li zindaneke Nasiriye ya navenda parêzgeha Zîqar hatin darvekirin.

Piştî ku hikûmeta Iraqê di sala 2017an de serkeftina li hember DAIŞê ragihand, li dadgehên Iraqê bi sedan biryarên îdamê derbarê girtiyan de hatin dayîn, bi taybetî tohmetbarên ku ser bi rêxistina DAIŞê ne. Lê belê hemû biryar nehatin cîbicîkirin, ji ber ku cîbicîkirina cezayê darvekirinê, bi îmzeya Serokomarê Iraqê Berhem Ehmed Salih tê bicihanîn û ew jî bi wê yekê tê nasîn ku li dijî cezayê îdamê ye.

Meha borî, ji bo cîbicîkirina 340 cezayên îdamê derbarê tawanên terorê de rizamendî ji rayedarên Iraqê re hatibû dayîn.

Jêderekî ji Serokomariya Iraqê ji ajansa nûçeyan a AFPê re ragihandiye ku piraniya wan cezayan, yên berî wê demê ne ku Berhem Salih bûye Serokomarê Iraqê.