Partiya Doza Azad daxwaza destûreke sivîl dike

Partiya Doza Azad (Huda Par) li Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê derbarê çêkirina makezagonek nû de nêrînên xwe parve kir.
Cîgirê Serokê Giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioglu
Cîgirê Serokê Giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioglu

Diyarbekir (K24) - Partiya Doza Azad (Huda Par) li Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê derbarê çêkirina makezagonek nû de nêrînên xwe parve kir. Cîgirê Serokê Giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioglu amaje kir ku pêwîstî bi makezagoneke sivîl û azadîparêz heye û divê bi beşdariya her kesî makezagonek nû were amadekirin.

Ji aliyê Partiya Doza Azad ve li Diyarbekirê derbarê makezagoneke nû de civînek çapemeniyê hat li darxistin.

Di civînê de hat amajekirin ku pêdivî bi makezagonek sivîl heye û eger Tirkiye ji aliyê sivîlan ve tê rêvebirin divê makezagon jî sivîl be.

Cîgirê Serokê Giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioglû anî zimên ku di pêvajoya amadekirina makezagonek nû de divê hemû beşên civakê beşdar bin.

Yapicioglu got ku makezagona niha bi nêrîna serbazî hatiye amadekirin û her çiqas heta niha çend caran hatibe guhertin jî di eslê xwe de makezagona serbazî ye û pêwîstî bi guherîna wê heye.

Di civînê de hat amajekirin ku Huda Par amade ye çi berpirsiyariyek bikeve ser milê wê bi cih bike û sûdê bide pêvajoya çêkirina makezagonek nû.

Cîgirê Serokê Giştî yê Huda Parê da zanîn; serkirdayetiya Huda Parê biryar daye ku derbarê vê mijarê de serdana navendên partiyên siyasî jî bike û derbarê çêkirina makezagonek nû de nêrîn û pêşniyarên xwe bi partiyên siyasî re parve bike.