Geştyar Pierre Cornet: Min gelek ji erdnîgariya Kurdan hez kir

Geştyarekî Fransî ji Îlona 2020an ve bi motosîkleta xwe derketiye geştê û heta niha li 11 welatan geriya ye û van rojan li bajarên Bakurê Kurdistanê digere.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Di van salên dawiyê de geştên cîhanî yên bi motosiklete zêde bûne. Geştyarekî Fransî ji Îlona 2020an ve bi motosîkleta xwe derketiye geştê û heta niha li 11 welatan geriya ye û van rojan li bajarên Bakurê Kurdistanê digere. Geştyarê bi navê Pierre Cornet dibêje; ew  heyranê çanda kurdan maye û heger derfetên wî hebin ew ê careke din jî were vî welatî.

Pierre Cornet ku 34 salî ye, bi eslê xwe Fransî ye, lê belê ew dibêje ev 25 sal e li Awisturya dijî. Pierre Cornet ji meha Îlona 2020an ve bi motosîkleta xwe derketiye geşta cîhanê.  Piştî geşta Mêrdînê wî berê xwe daye Diyarbekirê.  Pierre Cornet dibêje; ew karê hilberîna enerjiya rojê dike û bi pereyê ku bi dest dixe derdikeve geşta cîhanê.

Pierre Cornet ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ez ji geştê hez dikim, ji ber ku li cîhanê gelek mirovan cûda nas dikim. Min cihên gelek xweş dît û mirovên baş naskirin. Mêvanperweriya mirovan gelek baş bû. xwarin û vexwarin dan min. Tevî vê rewşa sext dîsa jî bi dilgermî pêşwaziya min dikirin.  Heta niha ez bê ku piştkinîna korovavîrûsê bikim ji sînorê 11 welatan derbas bûm. Ev ji min re sûrprîz bû.”

Li gorî gotina geştyar Pîerre Cornet, heta niha ew li Fransa, A lmanya, Avusturya, Îtalya, Slovenya, Rûsya, Montenegro, Sirbîstan, Romanya û Bulgaristan û Tirkiye û Bakurê Kurdistanê geriya ye hê jî geşta xwe berdewam dike. Pierre ê geştyar dibêje; wî dixwest derbasî Herêma Kurdistanê jî bibe lê ji ber rewşa koronavîrûsê  nekarî derbasî bibe lêbelê her dixwaze rojekê serdana Herêma Kurdistanê jî bike. Pierre Cornet tîne zimên ku; ew ji naskirina mirovan cihêreng bextewar e. Pîerre Cornet, bi motosîkletê geşta xwe dike û dibêje ew xwe gelekê nawestîne da ku baş li şûnwarên dîrokî û taybet bigere.  Pîerre dibêje ku divê ew di geşta xwe ya dîrêj de tenduristiya xwe jî biparêze û ji ber vê yekê werzîşê jî dike. Pîerre got li welatên kul ê geriyayî gelek şûnwarên dîrokî mirovên cihêreng dîtine lê belê  wî ji Diyarbekirê gelekê hez kir û heyranê  şûnwarên dîrokî maye.

Pierre Cornet dibêje: “Diyarbekir yek ji navendên dîrokê ye. Tiştê ku ez dizanim di cîhanê de piştî Kelha Çînê, Kelha Diyarbekirê keleha herî dirêj e. Beriya ku ez werim vê derê gelek hevalên min gotin serdana Diyarbekirê jî bike. Ez li vî bajarî gelekî keyfxweş im. Ez ê careke din jî vegerim Diyarbekirê.”

Pierre got; heta niha 20 hezar kilometre rê çûye û motosîkleta wî rêhevala wî ya herî baş e. Pîerre cerebeya xwe ya geştyariyê bi riya medyaya civakî parve dike û ji hevalên xwe re behsa mirovên ku nas kiriye dike. Pîerrê  geştyar bi taybetî dibêje; ew ê ji hevalên xwe re behsa bajarên Bakurê Kurdistanê û kurdan bike. Pîerre Cornet ji Diyarbekirê derbasî Sêrtê , Erzirom û Wanê dibe û dibêje di rotaya wî de Îran jî heye. Pîer piştî Îranê dê berê xwe bide Srî Lanka û piştî ku geşta xwe temam bike dê dîsa vegere Awisturya û biçe ba malbata xwe.