Xwendekarên Amûdê ji bo azadkirina mamosteyan derketine xwepêşandanê

Di çend rojên borî de li bajarokên Dirbêsiyê û Amûdê hejmarek mamosteyan ji aliyê hêzên asayişê ve hatibûn girtin.
Xwepêşandana xwendekarên Amûdê
Xwepêşandana xwendekarên Amûdê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Amûdê hejmarek ji xwendekaran ji bo azadkirina mamosteyên ji aliyê hêzên asayişê ve hatine girtin, derketine xwepêşandanê.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, îro li bajarokê Amûdê hejmarek ji xwendekaran ji bo nîşandana nerazîbûnê derbarê girtina mamosteyên wan ji aliyê hêzên asayişê ve, derketine xwepêşandanê û daxwaza azadkirina mamosteyên xwe dikin.

Di çend rojên borî de li bajarokên Dirbêsiyê û Amûdê hejmarek mamosteyan ji aliyê hêzên asayişê ve hatibûn girtin. Hinceta girtina wan mamosteyan jî ew e, ew li malên xwe û li cihên taybet sîstema xwendina ya hikûmeta Sûriyê didin xwendekaran.

Di wê derbarê de xwendekareke nerazî ji K24ê re got: “Heger Rêveberiya Xweser ji zimanê erebî aciz e, bila ji destpêkê ve ev xuleyên taybet qedexe bikira, ne niha ku ezmûn nêzîk bûne û me mînhaca xwe bi nîvî kiriye. Xwediyê me xerciya xwendina me ji devê xwe derxistine ji bo em bixwînin, niha jî qedexe dikin.”

Li ser pirsa perwerdeya sîstema hikûmeta Sûriyê, Desteya Perwerdeyê yê Rêveberiya Xweser diyar dike, ew rê nadin sîstema perwerdehiyê ya hikûmeta Sûriyê li herêmên were dayîn.

Pirsa perwerdeyê li Rojavayê Kurdistanê, bûye barekî giran li ser milê xwendekaran. Li herêmên Rêveberiya Xweser sîstema rêveberiyê tê xwendin û ti danpêdan pê tune ye. Li çarkoşeyên ewlehiyên yên bajarên Qamişlo û Hesekê sîstema hikûmeta Sûriyê tê xwendin. Li Minbic û Reqayê jî sîstema UNESCOê tê xwendin.

Derbarê girtina mamosteyan de jî, berî du rojan Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de girtina mamosteyan ji aliyê hêzên asayişê ve şermezar kir û got, “Ev pêngav ne tenê bo ziyangehandina bi xwendevanan e, lê belê bo derxistina zêdetir a dilgiranî û tirsê di nav xelkê de û zêdetir sepandina zordariyê ye, da ku rê li pêşiya ciwanên kurd bigirin û nehêlin ew bighin zanîngehan.

ENKS tekez kir jî: “Ev yek jî dijî mafê mirovî û hemu prensîb û peymanên navdewletî û mirovî ye. Herweha danîna zêdetir a astengiyan li pêşiya destpêkirina diyaloga Kurdî û ne serxistina wê ye.”