Peykersazê Kurd pêşangeha 'Hişmendiya Birîndar' vekir

Peykersazê Kurd Sadik Arslan nîvê peykerên xwe bi destên xwe çêdike û nîvê din jî bi ronahî sîberê nîşan dide.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Bêguman huner bi hezar rêyen ku qet nayên hizra mirov, ji cihê xwe derdikeve û bi rêya hunera xwe, dengê xwe digihîne me. Peykersazek Kurd jî li Enqereya Paytextê Tirkiyê heye ku niviya peykerên xwe bi destên xwe çêdike û niviya wan jî bi sîberan nîşanî me dide. Çawa bi sîberan hunera xwe nîşanî me dide? Hurgiliyên wî di nûçeya me de ne.

Teknolojiya ku roj bi roj pêşve diçe, di her qadên jiyanê de hertim nû û nûjenkirina tiştan disepîne jiyana mirov, heta ev yek ewqas bilez birêve diçe ku gelek caran civak di navbera keltura kevneşop û jiyana nûjen de xwe asîmayî peydadikin. Bitaybet civakên girêdayî keveneşopiyên xwe di vê proseyê de her di navbera qedîm û niha de tên û diçin, kevneşopiyên ku ji holê rabûyî di sîberên hişên wan de dimînin, jiyan jî her wek lêgenireke bêsînor diherike diçe li pêş wan.

Peykersazê Kurd Sadik Arslan di pêşangeha xwe ya bi navê "Hişmendiya Birîndar" de balkişandina li ser vê babetê armanc dike û herwiha bi rêya peykeran, lêkdana berê û niha pêşkêşî me dike.

Sadik Arslan ji K24ê re got: “Kesên ji civakên girêdayî kevneşopiyên xwe roja xwe cureyekê birêve dibin. Lê belê ji ber ku li ser modernîteyê zanyariyên wan kêm in, bûyerên ku rûbirû dimînin baş tê nagihîjin, û aliyeke wan kêmas dimîne. Beriya min fîlozofê Îranî Daryûş jî behsa ev rastiyê dike.”

Her wiha çîroka Sadik Arslan ya bi kar û xebatên hûnere re jî ji zarokatiyê pê ve destpêkiriye.

Peykersaz Sadik Arslan dibêje: “Huner her tim di jiyana min de bû. Fikra amadekirina peykerên ji sîberê jî 4-5 salan berî niha di hişê min de peyda bû. Berhemên min ne peyker in ne wêne ne, min karek nava dîsîplînên ji hev cuda amade kir. ji ber ku demsala em tê de wiha dixwaze.”

Bi ev xebata peykersaz Sadik Arslan û dîmenên xebata wî derxistiyî holê careke din dikeve bîra mirov ku zeman birastî gelek zû diçe û di heman demê her tişt jî diguhere. Dayîk û bavên Kurd her dem ji zarokên xwe re çîronkên berê yên siwaran û qehremaniyan digotin, lê di nifşên îroyîn de zêdetir eleqeyeke dijital dikeve pêş çavan.