PDKê bersiva daxuyaniya KCKê da

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva daxuyaniyeke KCKê dide, ku ji ber şer û pevçûnên navbera Tirkiye û çekdarên PKKê, dest bi tohmerbarkirina PDKê kirine.

Hewlêr (K24) – Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva daxuyaniyeke KCKê dide, ku ji ber şer û pevçûnên navbera Tirkiye û çekdarên PKKê, dest bi tohmerbarkirina PDKê kirine.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed daxuyaniya KCKê red dike û diyar dike ku bi ti awayî pêwendiya PDKê bi aloziyên navbera Tirkiye û PKKê nîne û PKK bi xwe destê artêşa Tirkiyê rakişandiye nav Herêmê û alozî û têkdan û nearamî veguhestiye Herêmê.

Di daxuyaniya PDKê de hat eşkerekirin: “Li ser alozî û pevçûnên navbera çekdarên PKK û artêşa Tirkiyê, KCK dîsa di daxuyaniyeke xwe de ketiye belavkirina gotinên bêbingeh û tohmetbarkirina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).”

Mehmûd Mihemed diyar dike: “Tevî redkirina wan gotin û tohmetên bêbingeh, em tekezî li wê yekê dikin ku ti pêwendiya PDKê bi nakokî û aloziyên di navbera wan her du aliyan de tune ye. Birastî ew PKK ye ku destê artêşa Tirkiyê rakişandiye nav Herêmê û alozî û têkdan û nearamî veguhestiye Herêmê. PKK di nav axa Tirkiyê de şerê Tirkiyê nekiriye û berdewam di hilatin de ye û xelkên din li pey xwe radikişîne, PDKê çi tawanek kiriye?”

Herwiha destnîşan kiriye: “Em car din tînin ziman ku, pêwendiya PDKê bi vî şerî nîne û qet rê jî li PKKê negirtiye, ku şer bike an na. Ku şer bi wan nayê kirin û her di hilatin de ne, ti xeletiya PDKê nîne û bila dev ji tohmetên bêbingeh berdin. PKK bi xwe baş dizane ku eger bi rastî destê PDKê di şer de hebûya, PKK di rewşeke xirabtir de bû.”

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Em wisa bawer in ku çareseriya vê nearamiyê ew e ku PKK êdî nebe sedema nearamî û têkdana jiyana welatiyên Herêmê.”