Bilindbûna buhayê dolar jiyana welatiyên Rojavayê Kurdistanê dijwar kiriye

Buhayê pereyên Sûrî li hember dolara Amerîkî gihiştiye wê astê ku êdî di berîkê mirovan de cih jê re tune û bi çewal û kîsan têne veguhestin.
kurdistan24.net

Qamişlo (K24) – Buhayê pereyên Sûrî li hember dolara Amerîkî gihiştiye wê astê ku êdî di berîkê mirovan de cih jê re tune û bi çewal û kîsan têne veguhestin.

Ji ber rewşa aborî ya aloz, roj bi roj jiyana welatiyan dijwartir dibe, welatî bi zehmetî debara jiyana xwe dikin, bi taybetî kesên karmend ku dibêjin eger ne ji xizmên wan ên li derveyî welêt be, nikarin bijîn.

Welatiyek li bajarê Qamişlo ji Kurdistan24ê re diyar kir ku xortên li derveyî Rojavayê Kurdistanê alîkariya malbatên xwe dikin, eger debara xelkê li ser mûçeyên dewletê be, ew malbat dê birçî bimînin.

Piştî derketina cûreya pereyan a pênc hezaran, dolar roj bi roj li hember lîreya Sûrî bilind dibe, dolar gihiştiye 3 hezar û 450 lîreyên Sûrî, bazirgan û pereguhêr dibêjin; eger rewş wiha bimîne û Banka Navendî ya li Şamê dolaran li bazarê belav neke, dê ji niha bilindtir bibe û bigihîje 5 hezar lîreyan.

Welatiyên li Rojavayê Kurdistanê baca giranbûna buhayê dolar didin, ji ber ku her tişt buha dibe, bi taybetî jî buhayê xurekan.

Mûçeya karmendên hikûmeta Sûriyê li gor dolarê, dike 19 dolar, mûçeya Rêveberiya Xweser jî, dike 60 dolar û divê heta dawiya mehê têra wan bike û ev jî gelek zehmet e. Xelk daxwaza çareyekê ji vê rewşê re dikin, ji ber ku welat ber bi bobelateke aborî ve diçe. Rêveberiya Xweser jî dibêje ku şiyana wan tune ye ku bandorê li dolarê bikin, ji ber ku her tişt ji berdeyî Rojavayê Kurdistanê derbas dibin.