Nifşê nû yê Koronayê gihîşt Iraqê

Li gor pisporan, nifşê nû yê Koronayê bi awayekî leztir belav dibe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Nifşê nû yê vîrûsa Koronayê gihîşt Iraqê û Wezareta Tendirustî ya Iraqê daxwaza xweparastina zêdetir ji welatiyan dike.

Wezareta Tendirustî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, çend haletên pêketina bi nifşê nû yê Koronayê li Iraqê hatine tomarkirin û hin wan pêketiyan zarok in.

Wezareta Tendirustiyê daxwaz ji welatiyan kir jî ku bi awayekî zêde pabendî rêkarên xweparêziyê bibin.

Li gor pisporan, nifşê nû yê Koronayê bi awayekî leztir belav dibe.