Nûnerên welatan ji ber koça dawî ya Dr. Roj Nûrî Şaweys xemgîniya xwe nîşan dan

Ji ber koça dawî ya Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û siyasetmedarê diyar ê Kurd Dr. Roj Nûrî Şaweys, konsulxane û nûnerên welatan xemgîniya xwe nîşan dan.
Dr. Roj Nûrî Şaweys
Dr. Roj Nûrî Şaweys

Hewlêr (K24) – Ji ber koça dawî ya Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û siyasetmedarê diyar ê Kurd Dr. Roj Nûrî Şaweys, konsulxane û nûnerên welatan xemgîniya xwe nîşan dan. Konsulxaneyên Brîtanya, Almanya, Amerîka yên li Hewlêrê, peyama sersaxiyê belav kirin.

Konsulxaneya Brîtanya yê li Hewlêrê di peyama xwe ya sersaxiyê de diyar kir: “Em li Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê bi bihîstina nûçeya koça dawî ya Dr. Roj Nûrî Şaweys xemgîn in, ku îro duşemê 15ê Sibata 2021ê de ji ber nexweşiya demdirêj li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawî kir.”

Herwiha hatiye destnîşankirin: “Dr. Roj siyasetmedar û dîplomatekî bi ezmûn ê Herêma Kurdistanê bû, di karê rêxistinkirî û hikûmî de cihê destê wî diyar û berçav e, serokê yekem ê gera Parlamentoya Kurdistanê, Cîgirê Serokwezîr û piştre Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Federal a Iraqê, Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû. Em sersaxî didin malbata koçkirî û Partiya Demokrat a Kurdistanê û hevrê û hevalên wî yên li partî û hikûmetê.”

Konsulxaneya Almanyayê ya li Hewlêrê di peyamekê de sersaxî dide malbat û xizmên Dr. Roj Nûrî Şaweys û Herêma Kurdistanê û diyar dike: “Bi xemgîniyeke mezin, nûçeya koça dawî ya Dr. Roj Nûrî Şaweys, Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), siyasetmedar û kesayetê navdar ê Iraq û Herêma Kurdistanê gihişte me. Bi vê boneya xemgîn, em sersaxî didin malbat û hevalên wî û hemû Herêma Kurdistanê.”

Konsulxaneya Amerîkayê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyameke sersaxiyê belav kir û ragihand: “Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê sersaxî pêşkêşî malbat û dostên Dr. Roj Nûrî Şaweys dike, ku roleke sereke di pêşvebirina saziyên fermanrewa yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de lîst û demeke dirêj xizmeteke mezin kir.”