Dijeterora Kurdistanê: Vê otomobîlê mûşek avêtin Hewlêrê

Dijeterora Kurdistanê wêneyên otomobîla mûşek avêtibûn Hewlêrê belav kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê wêneyên otomobîla mûşek avêtibûn Hewlêrê belav kirin.

Dijeterora Kurdistanê li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” wêne belav kirin û nivîsî: “Li gor zanyariyên Dijeterora Kurdistanê, piştî êrîşa mûşekî ya şeva Duşemê ya li ser Hewlêrê Paytextê Herêma Kurdistanê, dezgehên ewlehiyê karîn ew otomobîla ku mûşekan ji wê ve hatibûn avêtin ser Hewlêra Paytext bibînin.”

Dijeterora Kurdistanê diyar kir, piştî bidawîbûna lêkolînan, zanyariyên zêde belav dikin.

null
null