Brîtanya piştevaniya xwe ji Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî re nîşan dide

Balyozê Brîtaniya li Iraqê: “Em piştevaniyê li lêkolînên Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî dikin û divê ewên di ber êrîşê de berpirsyar in, werin cezakirin.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hickey êrîşa şeva borî ya li ser Hewlêr û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî şermezar kir.

Şeva borî Hewlêra Paytext û binkeyeke Hevpeymaniya Navdewletî rastî êrîşeke mûşekîhat û di encamê de kesekî ku bi girêbest ligel hêzên Hevpeymanan kar dike hat kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn ku yek ji wan leşkerekî Amerîkî bû.

Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hickey li hejmara xwe tora civakî “Twitter” nivîsî: “Hevxemiya ligel malbata kesê ku di êrîşê de hatiye kuştin nîşan didim.”

Herwiha Balyozê Brîtanî ragihand, “Em piştevaniyê li lêkolînên Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî dikin û divê ewên di ber êrîşê de berpirsyar in, werin cezakirin.”

Balyozê Brîtanyayê diyar dike, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê ji bo şerê li dijî DAIŞê li Iraqê ne, ji ber wê ev êrîş dibin sedema tirsandina xelkê, nearamiya Iraqê û lawazkirina şerê li dijî DAIŞê.