Hejmarek ji welatên erebî êrîşa li ser Hewlêrê şermezar dikin

Siûde, Encûmena Hevkariya Kendava Erebî, Îmarata Erebî, Urdin û Misrê êrîşa teroristî şermezar dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva borî bajarê Hewlêrê û firokxaneya wê rastî êrîşeke mûşekî hat. Siûde, Encûmena Hevkariya Kendava Erebî, Îmarata Erebî, Urdin û Misrê ew êrîşa teroristî şermezar kirin.

Wezareta Derve ya Siûdiyê di daxuyaniyekê de êrîşa teroristî ya şeva borî li ser Hewlêrê şermezar kir û ragihand, Siûdiye êrîşa li ser teroristî ya li ser Hewlêr û firokxaneya wê şermezar dike, ev êrîş li ser ewlehî û aramiyê Iraq, navçeyê û geştên asmanî gef e û keda hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya alîkariya bi Iraqê re û şerê li dijî DAIŞê lawaz dike.

Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Encûmena Hevkariya Kendava Erebî Nayif El-Hicrif êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir û hevbendiya Encûmenê bi Iraqê re ji bo şerê li dijî terorê û bicihkirina ewlehî û aramiyê li Iraqê nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve û Hevkariya Navdewletî ya Îmarata Erebî êrîşa teroristî ya li ser Hewlêr û derdora wê şermezar kir û ragihand, “Îmarata Erebî her dem van tawanan û hemû awayên tundûtûjî û terorê yên ewlehî û aramiyê têk didin bi tundî red dike.

Herwiha Wezareta Derve û Hevkariya Navdewletî ya Îmarata Eredî hevxemiya xwe ligel malbatên qurbaniyan nîşan da û hêvî xwast birîndar zû baş bibin.

Her di wê derbarê de, Wezareta Derve ya Urdinê di daxuyaniyekê de êrîşa teroristî ya li ser Hewlêr şermezar kir û ragihand, armanc ji wê êrîşa teroristî, têkdana ewlehî û aramiya navçeyê ye û li dijî hemû binemayên mirovahiyê ye.

Li gor ajansa “Betra” a Urdinî ku li ser zarê Berdevkê Wezareta Derve ya Urdinê belav kir, “Şahinşahiya Urdinê bi her awayî tundûtûjî û terorê red dike ku hemû civakê bê cudahî dike armanc.”

Herwiha Berdevkê Wezareta Derve ya Urdinê sersaxî li malbatên qurbaniyan kir û hêvî xwast birîndar zû baş bibin.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Derve ya Misirê di daxuyaniya xwe xwe êrîşa li ser Hewlêr şermezar kir û hêviya başbûna bi zû ji birîndaran re xwast û piştgîrîya welatê xwe ji bo Îraqê tekez kir.

Şeva borî hejmarek mûşek li nava bajarê Hewlêr ketin û binkeyeke Hevpeymaniya Navdewletî ketin û wê derbarê de Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand, di encama êrîşê de li nava firokxaneyê  kesek hat kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn û li nava Hewlêrê jî 3 kesên din jî birîndar bûn. 

Wezareta Navxwe diyar kir jî, piştî bûyerê, dezgehên Dijterorê, Asayiş û Polîs bi hevkariya hêzên Hevpeymanan dimildest dest bi lêkolînan kirin û cihê otomobîla ku mûşek jê hatin avêtin hat dîtin ku otomobîlek ji cureya “Kia” ye û li ser riya di navbera Hewlêrê û Giwêrê de bû.

Herwiha diyar kir, lêkolîn berdewam in ji bo eşkerekirina ew kesên ku li pişt vê êrîşê ne. Xelkê Hewlêr û Herêma Kurdistanê piştrast dikin ku hemû kesên destê wan di vê êrîşê de hene û êrîşkerên vê tawanê aşkere û riswa dikin û tên cezakirin.