Salih Muslim: Divê Kurd bi yekdengî li hember êrîşan rawestin

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim derbarê êrîşên mûşekî yên ser Hewlêrê de ragihand: “Êrîşa ku li ser Hewlêrê dibe, di heman demê de ew êrîş li ser Qamişlo ye jî."
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim derbarê êrîşên mûşekî yên ser Hewlêrê de ragihand: “Êrîşa ku li ser Hewlêrê dibe, di heman demê de ew êrîş li ser Qamişlo ye jî, li ser Kobanî ye jî.”

Salih Muslim ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û derbarê êrîşên ser Hewlêrê de, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PYDê Salih Muslim diyar kir: “Êrîşa ku hatiye ser Hewlêrê, êrîşên terorî ne, şermezarkirin tenê ne bes e, di nêrîna min de ew êrîşên li ser Hewlêrê îro êrîşên li ser her însanê Kurd e. Her însanê Kurd ku îro çi jê tê xwestin, divê bike, berpirsyariyên xwe çi ne, divê bikin.”

Salih Muslim destnîşan kir: “Dijminê gelê Kurd îro ji ber destkeftên Kurd aciz e, dixwaze ji holê rake, ji ber vê yekê ji me tê xwestin ku em mil bi mil bin, yek bin bi hev re ku em karibin li hember van êrîşên ku têne kirin, li ser gelê Kurd, li ser Herêma Kurdistanê ku em karibin tev biparêzin.”

Muslim da zanîn: “Kî êrîş dike me, ji me re pir ne pêwîst e, êrîşên li ser me yên hovane, bi çi awayekî be, divê em li hember derkevin, duh li Gare êrîş hebû, îro jî li ser Hewlêrê heye. Ku em hîn xwe nekin yek û xwe nikaribin biparêzin, dê li her derê êrîş li ser me zêde bibin.”

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PYDê diyar dike: “Êrîşa ku li ser Hewlêrê dibe, di heman demê de ew êrîş li ser Qamişlo ye jî, li ser Kobanî ye jî, li ser her derê ye, divê em li hember wê bisekinin. Şermezarkirin tenê ne bes e.”

Salih Muslim destnîşan dike: “Êrîşên ku bi vî awayî têne ser sivîlan, ji kê dibe bila bibe, êrîşên hovane ne û weke DAIŞê çawa êrîşî Kobanî dikir, ev jî ew êrîş in.”

Muslim diyar dike: “Em divê ji alemê re îsbat bikin ku em ne pergende ne, em dikarin hevdu bigrin û em dikarin hevdu biparêzin jî. Wê demê, ku dixwaze bila Heşda Şeibî be, dixwaze bila DAIŞ be, kî dibe bila bibe, wê çaxê hesaban ji me bike. Kesekî ku li me rehmê bike tune ye, ku em bi xwe li xwe rehmê nekin.”