Ebdulhekîm Beşar: Êrîşa ser Hewlêrê êrîşeke terorîstî ye

Cîgirê Serokê Îtilafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ebdulhekîm Beşar derbarê êrîşên ser Hewlêrê de diyar kir: “Her kesekî demokrat, Kurd û ne Kurd, wê êrîşê şermezar dike, ji ber ku êrîşeke terorîstî ye.”
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Cîgirê Serokê Îtilafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ebdulhekîm Beşar derbarê êrîşên ser Hewlêrê de diyar kir: “Her kesekî demokrat, Kurd û ne Kurd, wê êrîşê şermezar dike, ji ber ku êrîşeke terorîstî ye.”

Ebdulhekîm Beşar ji bajarê Stenbolê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û derbarê êrîşên mûşekî yên ser Hewlêrê de, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Beşar diyar kir: “Her kesekî demokrat, Kurd û ne Kurd, wê êrîşê şermezar dike, ji ber ku êrîşeke terorîstî ye. Ne tenê dijî Kurdayetî, êrîşên bi vî rengî dijî mirovatiyê ye, ji ber vê yekê her kesekî welatparêz û demokrat, her hêzekê, heger hêzên siyasî bin, heger dewlet bin, ev êrîş şermezar kirine, ji ber ku êrîşeke terorîstî ye bi her awayî.”

Li ser pirsa "Gelo armanca vê êrîşê têkbirina ewlehiya Herêma Kurdistanê ye û çi sûda wê ji bo Iraq û ji bo navçeyê dikare hebe?" Ebdulhekîm Beşar diyar kir ku sê peyamên vê êrîşa terorîstî hene û eşkere kir: “Yek; ji bo Herêma Kurdistanê ye, ku ev ne aramiya tevahiya Iraqê, li Herêmê jî çêbibe, ji ber ku çi qas Herêm lawaz bibe, ewqas ajendayên hêzên dewletên herêmî, weke Îranê xurt bibe, madam Herêm serbixwe ye û bi qewet e, rêgirtinê li ber wan ajendayên terorîstê dike, ji ber vê yekê ji wan nameyan ku Herêmê lawaz bikin. Ya duyem; dixwazin ew têkiliya taybet a nav Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên demokrat, têk bibin, ji wan re dibêjin 'Herêm nema aram be ji bo we'. Ya sêyem; mezcek ji bo Kurd û welatparêz, ne ji bo bes Herêmê bi tenê.”

Ebdulhekîm Beşar diyar dike: “Ez bawer im di vê qonaxê de tiştê tê xwestin ew e ku partiyên Kurdî û Kurdistanî yên li Kurdistana Iraqê, ew bi xwe lêvegerekê ji xwe re çêbikin û nas bikin kî dixwaze aramiya Herêmê têk bide.”

Cîgirê Serokê Îtilafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ebdulhekîm Beşar destnîşan kir ku Kurdistaneke aram ji bo welatên rojavayê cîhanê û welatên Rojhilata Navîn jî baş e û di berjewendiya wan de ye.