Sedr: Êrîşa ser Hewlêrê, ji bo rêgirtina li serdana Papayê Vatîkanê ye
Hewlêr (K24) – Rêberê Tevgera Sedr di wê baweriyê de ye ku êrîşa mûşeka ya ser Hewlêrê û êrîşên Tirkiyê yên li Şingalê, ji bo rêlibergirtina serdana Papayê Vatîkanê ye bo Iraqê.
Muqteda Sedr, Rêberê Tevgera Sedr li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Êrîşa bê hincet a ser Hewlêrê û tiştên li Şingalê rûdide ligel dorpêça balafirgehên başûrê Iraqê, destpêkek e ji bopaşxistina serdana Papayê Vatîkanê bo Iraqê, an paşxistina hilbijartinên pêşwext e.”
Sedr diyar kir ku ew ti car destwerdana derekî di hilbijartinan de qebûl nakin.
Biryar e di destpêka meha bê de Papayê Vatîkanê serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê bike.
Li gor bernameya ragihandî, Papa Franciscus roja 5ê Adara 2021ê digihîje Bexdayê. Piştre dê serdana Necefê bike û ligel Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî bicive.
Papayê Vatîkanê roja 7ê Adarê dê serdana Hewlêrê bike û li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê dê ji aliyê rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê û kesayetên olî ve were pêşwazîkirin.