Rûhanî: Min 8 caran daxwazeke Trump red kir

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand; ji aliyê Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ve 8 car jê hatiye daxwazkirin ku li ser rêkeftina atomî û zêdekirina çend xalên din, danûstandinê bikin, lê wî red kiriye.
Donald Trump û Hesen Rûhanî
Donald Trump û Hesen Rûhanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand; ji aliyê Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ve 8 car jê hatiye daxwazkirin ku li ser rêkeftina atomî û zêdekirina çend xalên din, danûstandinê bikin, lê wî red kiriye.

Hesen Rûhanî di civîna îro ya kabîneya xwe de diyar kir; welatê wî ti car li ser bernameyên mûşekî danûstandin nake û ti xaleke nû jî di rêkeftina atomî de zêde yan kêm nake.

Ev di demekê de ye ku duh sêşemê 16ê Sibata 2021ê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand; deriyê dîplomasiyê li ber Îranê hatiye vekirin û eger vegerin pabendbûna rêkeftinan, Amerîka jî dê heman pêngavan biavêje.