Operasyona Garê nakokiyên opozîsyon û hikûmeta Tirkiyê kûrtir dike.

Erdogan rexne li Kiliçdaroglu digire ku wî wek berpirsê kuştina 13 dîlên di destê PKKê de nîşan dide.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi operasyona li çiyayê Garê re, nakokiyên di navbera opozîsyon û desthilata Tirkiyê de kûrtir dibin. Serokomarê Tirkiyê rexne li Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu digire ku wî wek berpirsê kuştina 13 dîlên di destê PKKê de nîşan dide. Kiliçdaroglu jî da xuyakirin, ew ê berdewam be di arastekirina pirsan de.

Encamên operasyona Garê û kuştina 13 dîlên di destê PKKê de, germtirîn mijara siyaseta navxweyî ya Tirkiye ye. Partiyên opozîsyonê didin xuyakirin, desthilatê vê carê jî xwest bi bilindkirina pêla nijadperestî û şerê li dijî PKKê hemû aliyan li dora xwe kom bike, lê şûna vê, opozîsyonê pirs jê kirin. Lewma şûna yekrêzî, nakokiya di navbera aliyan de kûr dibe.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan rexneyên tund li Serokê CHPê girt, ku ew Erdogan wek berpirsê kuştina 13 dîlan nîşan dide.

Erdogan got: "Pênc-şeş sal in em rewşa van şehîdan ji nêz ve dişopînin. Çawa tu dikarî bêjî berpirsê kuştina wan Serokomar e. Hey kesê bêterbiye, min Wezîrê Berevanî û Wezîrê Navxwe ji bo agahiyan bidin şandin ba te, lê tu ne hêjayî vê yekê yî. Şerm nakî, fedî nakî bacê bo Serokomar dibire. Bi vê nêzîkatiya te, em şerê dijî terorê ranawestînin. Tu dikarî bi terorîstan re, dest bi dest, mil bi mil ji Enqereyê bimeşî Stenbolê, lê em hember wan li Cûdî, Gare, Tendurekê şerê xwe bidomînin."

Serokê CHPê jî dide xuyakirin, Erdogan şûna bersiva çend pirsên hêsan bide, bêrêziyê dike û bangeşeyê dike, lê ew ê ji bo arastekirina pirsan berdewam be.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got: “Erdogan bêrêzî li min kir û got bêterbiye. Çima? ji ber ku ez mafên 16 şehîdan diparêzim. Bi navê malbatên şehîdan, bi navê miletê min pênc pirs arasteyî wî kirin. Min got bersiv bide bila civak bizane çi bûye. Lê şûna bersiv bide heqaret li min dike. Bi çi hincetê bêrêziyê dikî, reklama xwe dikî. Ezê berdewam bim bo parastina mafên 16 şehîdan û dîsa dibêjim, ez bersiva wan pênc pirsan tekez ji te digrim."

Aliyên opozîsyonê didin xuyakirin, desthilat xwestiya bi serkeftina operasyona Garê, konsepteke nû ya dijî PKKê bîne rojevê û opozîsyonê jî bike hevbeşê xwe. Serokê Partiya Dahatû Ehmed Davutoglu jî da xuyakirin, dewlet çawa operasyona giştî û operasyona rizgarkirina dîlan bi hev re dike û eşkere ye ku ew bûne sedema mirina wan.