Efrîn.. Di êrîşeke mûşekî de 13 kes birîndar bûn

5 mûşek li bajarê Efrînê ketin û di encamê de 13 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – 5 mûşek li bajarê Efrînê ketin û di encamê de 13 welatiyên sivîl birîndar bûn. Grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyê ve jî, gundên Efrînê yên navçeya Şêrewa û herêma Şehbayê da ber topan.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, şeva bo demjimêr 22:00, 5 mûşek li nava bajarê Efrînê ketin. Di encamê de 13 kes birîndar bûn ku di nava wan zarok jî hene.

Di wê derbarê de Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kir, ew 5 mûşek ji navçeyên bakurê Helebê yên di destê rêjîma Sûriyê de ne hatine avêtin.

Ji aliyekî din ve jî, grûpên çekdaran yên ser bi Tirkiyê ve ji derdora gundên Kiştiyar û Bênê yên navçeya Şêrewa ya Efrînê û gundê Qirah û derdora kampa Serdem li herêma Şehbayê yên di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ne, dan ber topan.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji ber 3 salan, dora 250 hezar kes ji Efrînê derbider bûn û li Til Rifet û derdora wê (herêma Şehbayê) bi cih bûne.

Her car jî ew herêm ji aliyê grûpên çekdaran ve tê topbarankirin û xelkê sivîl jî dibin qurbanî. Roja 23ê meha borî jî grûpên çekdaran bajarokê Til Rifetê dan ber topan û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.