NATO rol û erkê xwe li Iraqê firehtir dike

Peymana Bakurê Atlantic (NATO) paln dike hêza xwe ya leşkerî li Iraqê zêde bike û pêgeha xwe li wî welatî xurtir bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Peymana Bakurê Atlantic (NATO) paln dike hêza xwe ya leşkerî li Iraqê zêde bike û pêgeha xwe li wî welatî xurtir bike.

Nato berî niha û ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa Korona û gefên li ser asayişa niştimanî ya Iraqê, ev plana xwe bi paş xistibû.

Îro Pêncşemê 18.2.2021an, wezîrê berevaniyên yên welatên NATOyê deng li ser zêdekirina hêzên xwe li Iraqê didin.

Niha 500 leşkerên NATOyê li Iraqê ne. Li gor  wê plane jî, hejmara wan ji bo 4500 leşker tên zêdekitin.

Ev plana NATOyê di demekê de ye, alozî di navbera Amerîka û mîlîşyayên Şîe ên Iraqê zêde bûye, bi taybet ji piştî kuştin Fermandarê Lîwayê Qudisê yê Supaya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî.

Ajansa “Reuters” ji zarê hin diplomatan ragihand, ev erkê NATOyê li Iraqê, ji hebûna hêzên Amerîkî zêdetir, ji alîyê Îraqiyan ve tê pejirandin.

Diyar kir jî, hêzên NATOyê ji hêzên Brîtanya, Tirkiye û Denmark pêk tê û bi serkirdatiya fermandarekî Denmarkî ye.

Di vê derbarê de, Pisporê navdewletî Hemîd Reza Azîzî diyar kir, biryara NATO'yê ya çaverêkirî, tê wê wateyê ku hewlên grûpên ser bi Îranê ve yên bi berdewam fişarê dikin ku hêzên biyanî ji Iraqê derbixin bi ser nakeve.

Got jî: “Dibe ku grûp, rola Amerîka li Iraqê ji ber sedemên lojistî û ewlehiyê sînordar bikin, lê hêzên NATOyê dê wê valahiyê dagirin.”

Ji aliyekî din ve şarezayê Iraqî Raid El-Ezawî ji ajansa “Alhurra” re got: “Mîlîşyayên Îranê dixwazin hêzên Amerîka li Iraqê bimînin, ji ber ku heger hêzên biyanî li Iraqê nebin, dê bihaneya mana wan û kontrolkirina dewleta Iraqê jî nemîne.”

NATO'yê ji Cotmeha 2018 'an û vir ve erkê xwe ya şer û rûbirûbûna terorê guhartibû û tenê bi erkê “rahênankirin û şêwirmendiyê” û hevkariya ligel dezgehên ewlehî û leşkerî radibe.

Tê payîn ku NATO di çarçoveya plana xwe ya berfirehkirina rola xwe ya li Iraqê de, beşdarî rahênankirina artêşa Iraqê bibe ku berê Amerîka ji bo rûbirûbûna DAIŞ'ê li stûyê xwe girtibû.

Duşema borî, Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg pêşbînî kiribû ku wezîrên berevaniyê yên NATOyê razî bibin ku rola NATO'yê li Îraqê berfireh bikin û rê bidin leşkerên zêdetir li Iraqê bi cih bikin.