Li Parlamentoya Tirkiyê nîqaşên li ser operasyona Garê berdewam in

Li parlamentoya Tirkiyê daxuyaniya Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê û Wezîrê Karên Navxwe yên derbarê operasyona Garê de di navbera opozîsyon û desthilatê de bû sedema nîqaşên tund.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Parlamentoya Tirkiyê Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar û Wezîrê Karên Navxwe Suleyman Soylu, derbarê prose û encamên operasyona Gareyê de partiyên li parlamentoyê agahdar kir lê axaftinên her du wezîran jî ji aliyê opozîsyonê ve bi tundî hat rexnekirin. Piştî daxuyaniyan, desthilatê li ser vê mijarê re dîsa HDP wekî armanc nîşan da û helwesta wê rexne kir. HDPê jî ligel piştevaniya helwesta opozîsyonê ya di vê derbarê de, rexne li desthilatê barand û got: “Divê hikûmet êdî dev ji siyaseta şer berde.”

Li parlamentoya Tirkiyê daxuyaniya Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar û Wezîrê Karên Navxwe Suleyman Soylu yên derbarê operasyona Garê de taybet di navbera opozîsyon û desthilatê de bû sedema nîqaşên tund.

Di lijneya giştî de ji ber ku Hulusî Akar gelek pirsên derbarê operasyonê de bê bersiv hişt û Suleyman Soylu jî opozîsyon sûcdarkir ev helwesta dethilatê ji aliyê opozîsyonê ve bi tûndî hat rexnekirin. Piştî civîna di lijneya giştî de Cîgira Serokatiya Koma AKPê Ozlem Zengîn jî derket pêşberî çapemeniyê û bersiva van rexneyan da. Zengîn di axaftina xwe de cardin HDP wekî armanc nîşan da û ji ber ku ligel partiyên din yên li parlamentoyê heman helwest nîşan neda rexne li HDPê barand. 

Cîgira Serokatiya Koma AKPê Ozlem Zengîn got: “Di lijneya giştî de taybet di helbesta partiyên siyasî de kêmasî hebûn. Piştî diyar bû ku li ser daxuyaniyeke hevpar ligel hemû partiyên din hevdîtinek pêkhatiye lê HDP tevlî vê meseleyê nebûye, ev mijar di vê çarçoveyê de tûşî astengiyekê hat û kêmasiyek peyda bû.”

Cîgira Serokatiya Koma HDPê Meral Daniş Beştaş li ser civîna di lijneya giştî de axivî û got; “Opozîsyonê di lijneyê de bi awayekî demokratîk helwesta xwe nîşan da û li ser vê mijarê hesab ji desthilatê pirsî ji loma ev helwesta opzosîyonê bo dahatûya Tirkiyê hêviyên me geş dike.” Herwiha Beştaş di berdewam axaftina xwe de got: “Desthilat berdewam bi rêya şer û rakêşiyan siyasetê bi rêve dibe lê belê cihê çareseriya kêşe û aloziyan parlamentoya, lewra divê ev mijar di bin banê parlamentoyê de werin gotûbêjkirin.”

Meral Daniş Beştaş diyar kir: “Hûn li vê derê bi ser şer û pevçûnê re siyasetê dimeşînin. Ev desthilat hewl dide ku bi siyaseta şer, desthilata xwe mîsoger bike. Em dibêjin ne operasyona Garê ne jî ev mirinên ku pêk hatine bi tuawayî bi nexşeyan nayê sînordarkirin. Ev meseleyê girêdayî azadî û demokrasiyê ye. Divê parlamento li ser vê mijarê berpirsyariyê hilgire ser milê xwe û di vê derbarê de ji desthilatê hesabê bi pirse.”

Seroka Partiya Îyî Meral Akşener jî di civîna koma partiya xwe de bang li Serokomarê Tirkiyê Erdogan kir û got: “Birêz Erdogan encama operasyonên serkeftî bi xwe radigihîne lê operasyonên ku têk çûne jî bo parêzgaran dihêle û ev yek ne rêvebirina dewletê ye ev yek bi tenê rêveberina hişmendiya civakê ye.”