Derbarê 9 parlamenterên HDPê de fezleke hatin amadekirin

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî di nav de ye.
Parlamentoya Tirkiyê
Parlamentoya Tirkiyê

Enqere (K24) - Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî di nav de derbarê 9 parlamenterên HDPê de ji bo ku parêzbendiyên wan bê rakirin dosyaya fezlekeyê amade kir. Serdozgerî wek hincet bûyerên Kobaniyê nîşan da.

Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî di nav da derbarê 9 parlamenterên HDPê da ji bo ku parêzbendiyên wan bê rakirin dosyaya fezlekeyê amade kir û rêkir Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê.

Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê da xuyakirin ku, ji bo destpêkirin û berdewamkirina bûyerên tundiyê yên ji bo Kobaniyê ew gihîştine delîl û hincetan, ji loma jî fezleke hatine amadekirin.

Parlamenterên HDPê ku fezleke derbarê wan da hatine amadekirin ev in; Hevseroka HDPê Pervin BULDAN û parlamenterên HDPê Fatma KURTULAN, Garo PAYLAN, Huda KAYA, Meral DANIŞ BEŞTAŞ, Hakkı Saruhan OLUÇ, Serpil KEMALBAY PEKGOZEGU, Sezai TEMELLİ û Pero DUNDAR.