Li Hewlêrê bûyera trafîkê: 2 karkerên şaredariyê canê xwe ji dest dan

Ji ber bûyereke trafîkê ya li ser cadeya 120 metre ya Hewlêrê, vê sibê 2 karkerên şaredariyê canê xwe ji dest dan.
Dîmenek ji cihê bûyerê
Dîmenek ji cihê bûyerê

Hewlêr (K24) – Ji ber bûyereke trafîkê ya li ser cadeya 120 metre ya Hewlêrê, vê sibê 2 karkerên şaredariyê canê xwe ji dest dan.

Berdevkê Rêveberiya Trafîkê ya Hewlêrê Fazil Hacî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Wesayîteke şaredariyê li ser rêya cadeya 120 metre li wesayîteke barhilgir ket û di encama bûyerê de du karkerên şaredariyê jiyana xwe ji dest dan.”