105 malbatên din ji Kampa Holê hatin derxistin

105 malbatên din ku xelkê bajarê Munbicê ne ji Kampa Holê derketin.
Derketina Malbatan ji kampa Holê - Arşîv
Derketina Malbatan ji kampa Holê - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – 105 malbatên din ku xelkê bajarê Munbicê ne ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê derketin.

Peyamnêrê K24 ragehand, îro 105 malbat ku xelkê bajarê Munbic û gundewarên wê ne û hejmara 345 kes in ji kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê derketin û ji bo deverên wan hatin vegerandin. Piraniya wan jin û zarok in.

Derxistina van malbatan li gor biryara Rêveberiya Xweser a roja 10ê Cotmeha borî tê. Li gor biryarê, malbatên kampê yên Sûrî ji bo bajarên xwe tên vegerandin.

Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Niha li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Berî du hefteyan jî, nêzîkî 20 pisporên mafên mirovan  ên Netewên Yekgirtî  nameyek ji 57 welatan re şandibûn û ji wan daxwaz kiriûn ku welatiyên xwe yên di kampên Roj û Holê yên Rojavayê Kurdistanê de ne vegerînin welatên xwe.