Binkeya Beled a asmanî rastî êrîşeke bi mûşekan hat

Heta niha ti aliyekî berpirsatiya xwe di ber wê êrîşê de ranegihandiye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ewlehiyê ragihand, binkeya  Beled a asmanî li parêzgeha Selahedîn û ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û hêzên Iraqî ve bi kar tê, bi mûşekan hat armankirin.

Wî jêderî ji medyaya Iraqî re ragihand, 3 mûşek li binkeya Beled a leşkerî ketin.  

Li gor zanyariyan, heta niha kesek birîndar bûye.” Bêyî ku behsa jêdera avêtina mûşekan bike.

Heta niha ti aliyekî berpirsatiya xwe di ber wê êrîşê de ranegihandiye.

Ev ne cara yekem e binkeya asmanî Beled rastî êrîşan tê, roja 12 Çileya 2020an jî bi 8 mûşekên Katyusha hatibû armankirin û di encamê de 4 leşkerên Iraqî birîndar bûbûn.