Mêrdîn.. Artêşa Tirkiyê li dijî PKKê dest bi operasyoneke nû kir

Artêşa Tirkiyê li sê navçeyên Mêrdînê dijî li PKK'ê dest bi operasyonê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê li sê navçeyên Mêrdînê dijî li PKK'ê dest bi operasyonê kir.

Parêzgariya Mêrdînê di daxuyaniyekê de, li 18 taxên navçeyên Dêrik, Koser û Şemrexê qedexeya derketina derve ji demjimêrê 06:00 sibê ve ragihand.

Piştî ragihandina qedexeyê, artêşa Tirkiyê li cihên qedexe hatiye ragihandin li dijî PKK'ê dest bi operasyonek leşkerî ya berfirehkir.

Parêzgariya Mêrdînê dibêje, armanca operasyonê desteserkirina endamên PKKê û jinavbirina PKKê li wan navçeyan e.

Parêzgarê Mêrdînê daxwazê ji welatiyan dike, ji bo silametiya mal û canê wan, pêbendî biryaran bibin.