“Li Sûriye û Lîbya di navbera Rûsya û Tirkiyê de mijarên lihevnekirî hene”

Pirsên Sûriye û Libyayê di navbera Rûsya û Tirkiyê de du mijarên sereke yên bi kêşe ne.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Tirkiye ya ku ev demeke dirêje dixwaze bi Amerkayê re heyameke asayîbûnê bide destpêkirin niha bi daxuyaniyên dawî yên Rûsyayê re ku dibêje Tirkiye li Sûriyê demkî dimîne û dê derkeve re rû bi rû ye. Li gorî hin şarezayan Rûsya rasterast ji Tirkiyê re dibêje nêzî Amerîkayê nebe. Hin pispr jî dibêjin li qada Libyayê de jî êdî hebûna Tirkiyê bûye cihê nîqaşên tund û di egera nêzîkbûna bi Amerîkayê re dê her du qadan de jî rojên zehmet li pêşiya Tirkiyê hebin.

Di heyama ku rayedarên Tirkiyê sînyala operasyoneke bo ser Rojavayê Kurdistanê didin, di serî de di hevdîtina navbera Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyîp Erdogan û Serok Rûsyayê Vîlademîr Putîn de, di hevdîtina navbera wezîrên karên derve yên Tirkiye û Rûsyayê de û di 15. Civîna garantorên Astanayê de ji aliyê Rûsyayê ve hate ragihandin ku Tirkiye li Sûriyê daîmî namîne û ger şert û merc guncav bûn dê ji Sûriyê derkeve. Herwiha nûnerê taybet yê serokdewletê Rûsyayê bo Sûriyê Aleksander Lavrantyev jî diyar kir ku Tirkiyê soz daya wan ku li Sûriyê demkî ne.

Hin Pisporên Tirkiyê ku balê dikêşine ser hevdîtina dawî ya navbera Erdogan û Putîn de dibêjin Rûsyayê bi teqezî hişyarî daye Tirkiyê û jê re gotiye ger tu nêzî Amerîka bibî hebûna te li Sûriyê bidawî dibe.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Prof. Dr. Hasan Oktay ji K24ê re got: “Hewdîtina Erdogan û Putîn û daxuyaniyên Putîn ku gotibû Tirkiye li Sûriyê demkî ye dide xuyakirin ku navbera Rûsya û Tirkiyê de mijarên lihevnekirî hene. Taybetî di demên dawî de hewlên nêzîkbûna Tirkiyê bi Amerîkayê re ji aliyê Rûsyayê ve jî tê şopandin. Ji loma jî di hevdîtina dawî de Putîn ji Erdogan re bi eşkereyî got li Sûriyê tu bi Amerîkayê re bî hebûna te li vê derê bidawî dibe. Ger şert û merc guncav bûn Tirkiye dê ji Sûriyê derkeve. Lê ger dernekeve vê çaxê dê aloziyên nû jî xwe bidin der.”

Yek ji mijarên din ku navbera Tirkiye û Rûsyayê de nehatiye çareserkirin Libya ye û pisporê rojhilata Navîn Oytun Orhan jî derbarê hebûna Tirkiyê ya li Libyayê de diyar kir ku rewş ber bi asayîbûnê ve diçe, Misr û Rûsya bandora xwe li Libyayê zêde dikin jber vê çendê hebûna Tirkiyê li wê derê jî bê wate dimîne êdî.

Pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhan dibêje: “Li Libyayê niha pirose li ser qada siyasî û dîplomasî de birêve diçe. Aliyekê di bin grantoriya Misrê de her du aliyên Libyayê hevdîtnan dikin aliyekê jî hevdîtinên Rûsya û Amerîkayê bi aliyan re hene. Her dawî jî di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de hikûmeta demka hate avakirin û dawiya sala 2021an de hilbijartin heye libyayê. Niha Misr û Rûsya bandora xwe li vê derê gellek zêde kirine û hebûna Tirkiyê li wê derê tê nîqaşkirin lê Tirkiye jî hewl dide ku bibe aktoreke sereke li wê derê.”

Mijara Sûriye û Libyayê di navbera Rûsya û Tirkiyê de du mijarên sereke yên bi kêşe ne û her du dewlet jî li wan deveran xwedî plan û armancên ji hev cuda ne. Ji loma jî pispor dibêjin Rûsya ji bo ku destûrê nede Tirkiyê nêzîkê Amerîkayê bibe dê wan her du qadan de Tirkiyê neçar bihêle ku derkeve ya nî nêzîkê xwe bike.