Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketina bi nifşê nû yê Koronayê bilind bû

Rêveberê Tendirustiya Hewlêrê aşkere kir, 14 haletên pêketina bi nifşê nû yê Koronayê li Hewlêrê hatin tomarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Tendirustiya Hewlêrê aşkere kir, 14 haletên pêketina bi nifşê nû yê Koronayê li Hewlêrê hatin tomarkirin.

Rêveberê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ji K24ê re ragihand, li Hewlêrê 14 kesên bi Koronayê ketin, 7 ji wan ji derve vegeriyane Hewlêrê û 7 din jî li Hewlêrê bûn.

Got jî: “12 pêketî temenê wan di navbera 20 û 45 saliyê de ne, yên din jî zarokekî 15 û zarokekî 6 salî ne.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî îro danê nîvro ji K24ê re  diyar kiribû, 9 haletên pêketina bi nifşê nû yê Koronayê hatibûn tomarkirin, lê di piştre ev hejmar ji bo 15 kesan bilind bû.

Bi vî awayekî li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi nifşê nû yê Koronayê ketine gihîşt 19 kesan.

Wezîrê Tendirustiyê ragihand jî, wan ji bo civîna îro ya Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê amade kiriye û tê de rewşa tendirustî ya Herêma Kurdistanê nirxadine û hin pêşiyaz û daxwazan pêşkêş dikin.

Wezîrê Tendirustiyê diyar kir jî, ew ji niha ve hewl didin rêkarên xweparêziyê ligel jiyana xelkê biguncînin, ji bo bikarin rewşê kontrol bikin û rê nedin ev vîrûs zêde belav bibe. Heger ev vîrûs bi awayekî zêde belav bibe, ew ê rêkarên xweparastinê jî girantir bikin.