Îranê dijayetiya xwe li ser hebûna serbazên Tirkiyê li Iraq û Sûriyê nîşan da

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf dijayetiya welatê xwe li ser hebûna serbazên Tirkiyê li Iraq û Sûriyê nîşan da.
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf dijayetiya welatê xwe li ser hebûna serbazên Tirkiyê li Iraq û Sûriyê nîşan da û ragihand; Enqere li hember Bexda û Şamê siyaseteke xelet dimeşîne.

Mihemed Cewad Zerîf ev gotinên xwe di beşdariya televîzyona Press TV ya Îranê de anî ziman û got: “Armanca Îranê li Sûriyê, ji bo têkoşîna dijî terorê ye, ku gefê li deverê dixwe.”

Gotinên Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf piştî aloziyên navebra Enqere û Tehranê hat, ku tê gotin; ji ber desteserkirina dîplomatkarekî Îranî yê bi navê Mihemed Reza Nasirzade ji aliyê desthilatdarên Tirkiyê bi tohmeta kuştina îraniyekî bi navê Mesûd Mewlewî Wendercanî, hatiye holê.