Li Enqerê komeleya zimanê Kurdî hat avakirin

Li Enqereya paytexta Tirkiyê piştî çend salan ji bo ku perwerdehiya zimanê Kurdî bê dayîn, çand û hunera Kurdî bê parastin bi banga “Dem Dema Hînbûna Kurdî” ye komeleyek hate avakirin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Enqereya paytexta Tirkiyê piştî çend salan ji bo ku perwerdehiya zimanê Kurdî bê dayîn, çand û hunera Kurdî bê parastin bi banga “Dem Dema Hînbûna Kurdî ye” komeleyek hate avakirin. Ev komeleya ku dê pêşî li ser medyayên civakî ders bide pişt re dê rû bir û perwerdehiya Kurdî bide. Damezrînerê Komeleyê diyar kir ku armanca wan pêşîlêgirtina pişaftina ser ziman û belavkirina xebatên Kurdî ye.

Li Tirkiyê piştî hewla darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016an hema hema hemû dam û dezgehên Kurdî û komeleyên dersa zimanê Kurdî didin hatin girtin. Yek ji wan komeleyan Kurd Der bû ku li Enqera paytexta Tirkiyê di sala 2004an de hatibû avakirin û perwerdehiya zimanê Kurdî dida û parastina hûnera Kurdî dikir.

Piştî 4 salan li enqerê bi banga  “Dem Dema Hînbûna Kurdî ye” komeleya DEMDER hate vekirin. Ev komele ji ber şert û mercên vîrusa Koronayê dê pêşî bi online dersên Kurdî bide piştre jî dê rû bir û dest bi dersan bike.

Yek ji damezrînerê vê komeleyê û di heman demê de mamosteyê zimanê Kurdî ye Onder Bayindir piroseya vekirina vê komeleyê û plansaziya li pêşiya wan ji bo Kurdistan24ê rawe kir.

Onder Bayindir ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Ji 2016an vir ve li vê derê ku em bêjin saziyeke birêkûpêk li ser zimanê Kurdî bixebite nîne. Di vir de jî walahiyeke girîng heye. ji ber ku gelek daxwaz ji hene ji bo hînbûna Kurdî. Me jî biryar da em ji nû ve dest bi xebatên xwe bikin. Em ê 1ê Adarê de dest pê bikin. herî dawî derdorê 200 xandekarî serî lê dabû. Derdora 11 mamosteyê me hene ku em ders bidin. Di vê navberê de Kurmancî, soranî û zazakî em ê dersan bidin. Hîna dê li ser zoomê be lê ji bo pêşerojê em ê hewl bidin saziyê jî ava bikin.”

Herwiha derbarê armanca vê komleyeyê de jî mamoste Bayindir dibêje ji bo ku pêşiya pişaftinê bê girtin û hemû dewlemendiyên zimanê Kurdî bê parastin û xebatên Kurdî bên belavkirin wan ev komele ava kiriye.

Onder Bayindir diyar kir: “Ji salên 90î vir ve ji berpolîtîkayên koçberkirinê em zanin ku Kurd êdî nikarin zimanê xwe biparêzin û nikarin bi zarokê xwe re kurdî bidin hînkirin ev xetereyekî mezin li pêşiya me ye. Bê ziman tu nikarî qala neteweyê bikî, bi ziman tu nikarî qala çandê bikî bê ziman tu nikarî qala dîrokê jî bikî. Wek hûn dizanin li ser Kurdî zext gellek zêde ne û di bin xetereyê de ye. Ji bo ku xebatên Kurdî belav bibe me got dem dema hînbûna Kurdî ye û me pêngavek avêt.”

Komeleya DEMDER ku di 1ê Sibatê de di şûna komeleya KURD DERê hatiye avakirin dê di 1ê Adarê de li ser torên civakî yên medyayê bi online dest bi dersên kurdî bikin. Kesên ku li Enqere û derveyî enqere dixwazin beşdarî dersên Kurdî  yên online bibin jî heta 24ê Sibatê li ser malpera komeleyê dikarin qeydên xwe çêbikin.