Şam daxwazê ji Şandeyê Navdewletî Pedersen dike bêalî be

Wezîrê Derve yê Sûriyê daxwaza rakirina cezayên aborî yên li ser Sûriyê dike.
Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad
Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad daxwaz ji Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Geir Pederesen dike, bêalî serperiştiya civînên Komîteya Destûrê bike.

Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Geir Pederesen duhî li Şamê ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad civiya û rewşa siyasî, cezayên aborî li ser Sûriyê û belavbûna vîrûsa Koronayê guftûgo kirin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê got: “Dagîrkeriya Amerîka û Tirkiyê, serweriya Sûriyê binpê dike û li dijî yasayên navdewletî û Encûmena Asayişa Navdewletî ne.”

Herwiha daxwaz kir jî, cezayên aborî yên li ser Sûriyê werin rakirin, ji ber ku ziyanê digihîne gelê Sûriyê, bi taybet di vê rewşa belavbûna vîrûsa Koronayê de.

Feysel Miqdad daxwaz ji Pedersen kir, bêalî bi karê xwe wek serperiştiyarê danûstandinên Komîteya Destûrê rabe, ji berk u ew komîte bi xwe dikare karên xwe birêve bibe û dikare biryarê derbarê çarenivîsa Sûriyê de bide.

Desteya Biçûk a Komîteya Destûrê ku 45 endaman pêk tê, 15 nûnerên rêjîmê, 15 nûnerên opozîsyonê û 15 nûnerên civaka sivîl, heta niha 5 gerên danûstandinan li Cenêvê di bin serperiştiya navdewletî kirine.

Gera pêncem a Komîteya Destûra Sûriyê piştî danûstandinên 5 rojan, roja 29ê Çileya borî bi dawî bûbû. Pedersen got jî: “Gera pêncem a Komîteya Destûrê ya maha borî bi dawî bûye, derfetek bê encam bû.”

Pedersen tekez kir jî, heger "dîplomasîya navneteweyî ya avaker" tune be, Komîteya Destûrê nikare ji bo çareserkirina krîza Sûriyê bi pêş ve here.