Şivan Perwer stranek li ser ziman belav kir: Ziman Rûmet e

Hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer stranek li ser zimanê Kurdî belav kir.
Şivan Perwer
Şivan Perwer

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer stranek li ser zimanê Kurdî belav kir.

Şivan Perwer bi helkefta Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, stranek li ser ziman belav kir.

Navê wê strana nû ya Şivan Perwer, “Ziman Rûmet e” ye û li ser kanala wî ya youtube hatiye belav kirin.

Şivan Perwer di wê stranê de dibêje: Ziman hebûna miletekî ye. Ziman rûmet û dewlet e. Zimanê Kurdî jî zimanek e ku bi hezaran sal e, heye.