Derbarê 5 parlamenterên HDPê de lêpirsîna hat vekirin

Derbarî Parlamenterên HDPê Berdan Ozturk, Sezaî Temelî, Muazez Orhan Îşik, Tayîp Temel û Murat Sarîsaç de lêpirsîn hat vekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Derbarê pênc parlamenterên HDPê de bi tometa bêreziya li saziyên dewletê lêpirsîn hat vekirin.

Serdozgeriya Wanê, derbarî Parlamenterên HDPê Berdan Ozturk, Sezaî Temelî, Muazez Orhan Îşik, Tayîp Temel û Murat Sarîsaç de bi tometa bêreziya li saziyên dewletê, lêpirsîn vekir.

Serdozgeriya Wanê, ji ber mafê parêzbendiyê, dosyeya lêpirsînê bo Serdozgeriya Enqereyê şand. Parlamenter ji ber daxuyanî û çalakiyên xwe bi, handana kîn û neyartiyê tên tometbarkirin.

Berî çend rojan jî, Serdozgeriya Komarî ya Enqerê bi tometa endametiya PKKê û çûna wê ji bo çiyayê Garê, derbarê parlamentera Agiriyê ya HDPê Dîrayet Dîlan Taşdemîr de lêpirsîn vekiribû.

Derbarê êrîşa li ser HDPê de, duhî Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, di civîna koma partiya xwe de got; ji ber ku AKP di operasyona Garê de negihiştiye armanca xwe, niha êrîşî HDPê dike û hewl dide ku berpirsyariya xwe ya di vê mijarê de bidin ji bîr kirin û bi tawanbariya HDPê xwe ji van sûcan rizgar bikin.